Kurdistanî ji bo rakirina tecrîdê dimeşin

Kurd û dostên xwe  ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Stockholm û Bremenê dimeşin

Kurd û dostên xwe ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina çalakgerên greva birçîbûnê li Stockholma paytexta Swêdê, dest bi meşeke 2 rojan kirin. Çalakger saet di 11.00’an de li Qada Medborgarplatsenê hatin ba hev û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi pankartên ji bo rakirina tecrîdê dest bi meşê kirin.

Çalakger li her cihê ku derbas dibin, der barê zextên li ser mafên mirovan ên li Tirkiye, tecrîda li ser Ocalan û der barê çalakiyên greva birçîbûnê raya giştî haydar dikin. Meşvan bang li hikûmeta Swêdê dikin da ku ji bo rakirina tecrîdê têkevin nav hewldanan. Çalakger di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Daxwazên Leyla Guven,daxwazên me ne’, ‘PKK gel e, gel em in’ û ‘Erdoganê faşîst’ berz dikin.

Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dê 2 rojan bimeşin û bal kişand ser bi sedan çalakgerên ku ji bo rakirina  tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Meşa ku dê sibê jî bidome dê saet di 11.00’an de li Parka Ralambshovê dest pê bike û dê bi mîtînga di saet 17.00’an de ya li Qada Normalmê bi dawî bibe.

Meşa li dijî tecrîdê ber bi Bremenê ve didome

Li aliyê din kurd û dostên wan ji Olderbûrgê heta bi Bremenê kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 kîlometreyî meşiyan.

Meşa ku li Hudeyê duh dest pê kiribû û li Delmenhorsê navber hatibû dayîn, îro di roja duyan de ber bi Bremenê ve didome. Îro piştî meşê dê li ber Parlamentoya Bremenê mîtîngek were lidarxistin. BREMEN / STOCKHOLM