Vê hefteyê jî li aqûbeta windayan pirsîn

 

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan li Stenbol, Amed û Êlihê ji bo xizmên xwe çalakî li dar xistin, xwestin winda bên dîtin û kiryar bên darizandin

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 724’an de xwestin li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin ji ÎHD’ê bimeşin qada Galatasarayê rastî astengiya polîsan hatin. Dayikan li ser vê yekê li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da. Beriya ku dayik daxuyaniyê bidin polîsan dora avahiya ÎHD’ê dorpêç kirin. Dayikan tîşortên ku wêneyê zarokên xwe yên winda lê zeliqandine li xwe kirin. Dîsa wêneyên zarokên xwe yên winda rakirin û qurnefîl kirin destê xwe. Parlementerên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Oya Ersoy, Musa Pîroglu û gelek kes beşdarî çalakiya vê heftê bûn.

Di çalakiya de, ji bo Mehmet Şîrîn Maltu yê di 31’ê çileya 1995’an di bin çavan de hat windakirin, daxwaza edaletê hat kirin. Metna çapemeniyê ya vê heftê, xwişka Hasan Ocak ê di sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Masîde Ocak xwend.

‘Qîrîna Maltu dihat bihîstin’

Ocak diyar kir ku Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li Goma Zediya ya ji 15 malbatan pêk dihat a navçeya Hezo ya Êlihê dijiya û wiha axivî: “Leşker, tîmên taybet û cerdevanên gund di şeva 31’ê çileya 1995’an bi ser malê de girtin. Leşkerên kontrola nasnameyê kirin, Mehmet Şîrîn Maltu derxistin derve û heya saet 04.00’ê sibê li qadeke vekirî ya gund îşkence kirin. Dengê qîrîna wî dihat bihîstin. Piştre Şîrin bi xwe re birin. Dotirîna rojê, nêzî saet 12.00’an Şirîn destê û piyên wî girêdayî û kîs xistibûn serê wî paşve anîn gund. Dîsa li qadeke vekirî bi saetan rastî îşkenceya leşkeran hat. Leşkeran ji wî dixwestin cih nîşan bide. Lê wî tim digot ‘ez nizanim.’ Mehmet  Şîrîn Maltu yê ji ber îşkenceya leşkeran nedikarî li ser piyan raweste, dîsa li wesayîtê siwar kirin û bi xwe re birin.”

Bi tu awayî agahî ji Maltu nehat girtin

Ocak da zanîn ku ji wê rojê û  şûn de tu agahî ji Maltu nehat girtin û wiha got: “Hemû serlêdanên malbata Maltu yên ji bo dîtinê bê encam man û carek din agahî ji kurê xwe negirtin. Em ji bo Maltu edaletê dixwazin. Heta ku daxwaza me ya heqîqet û edaletê pêk were em ê li wandihiyên xwe bigirin û emê dest ji warê xwe Galatasarayê bernedin.”

‘Ez ê dest ji lêgerîna kurê xwe bernedim’

Piştî daxuyaniyê, nameya dayika Mehmet Şîrîn Maltu ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî çalakiyê bibe, Sabriye Maltu hat xwendin. Dayik Maltu di nameya şand de wiha got: “Ez Sabriye Maltu. Ez dayika Mehmet Şirîn Maltu yê di bin çavan de hat windakirin im. Mehmet Şîrîn 4’emîn zarokê min ê herî biçûk bû. 3 meh piştî hevjînê min di qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest, min ew kir hembêza xwe. Min ew bê bav mezin kir. Dema leşkeran ew bir hîna 17 salî bû. Bi şev ser mala me de girtin. Leşkeran di sermaya çileyê de, heta serê sibê li ber çavên me îşkece lê kirin û piştre bi xwe re birin. Ev 24 sal in li kurê xwe digerim û bi hêviya rojekê jê agahî bigirim dijîm. Ez dayikim, ma em gorekê li ser dua bixwînin heq nakin? Ev 24 salin ez gorekê û cezakirina kiryarên Mehmet Şirîn dixwazim. Ez pîr bûme û nexweşim. Heta nefesa xwe  ya dawiyê jî ez ê dest ji lêgerîna kurê xwe bernedin. Ez hemû kesên ji bo kurê min û windayên me hatin gelhev hembêz dikim.”

Dê dest ji têkoşînê bernedin

Piştî xwendina nameya dayika Maltu, birayê Ridvan Karakoç ê di sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Hasan Karakoç jî axaftinek kurt kir û wiha got: “Dewlet berî her tiştî divê  aqûbeta windayan bipirse lê ligel vê jî xwe bêdeng, ker û lal dike. Van mirovan vê zilmê heq nekiribûn. Tu mafê kesî nîne ku van pêkanîna li ser vî gelî pêk bîne. Ev 24 sal in em têkoşîna xwe berdewam dikin. 24 salên din jî derbas bibin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Li Amed û Êlihê jî çalakî hatin kirin

Li Amedê ÎHD û xizmên windayan, di hefteya 522’yan  de aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya li ÎHD’ê de bal hat kişandin ser qetilkirina serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî.

Di çalakiyê de sekretera Şaxa ÎHD’a Amedê Yuksel Aslan Acer axivî. Acer diyar kir ku amadekirina rapora derbarê kuştina Tahîr Elçî de ya ji aliyê Îngilistanê ve gelekî bi balkêş e.  Acer da zanîn ku kuştina Elçî ne kuştineke di bin çavan de bû, kuştineke li ber çavan bû. Acer diyar kir ku lê belê heta niha tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Acer destnîşan kir ku heke bi hûrgulî li ser vê raporê bê rawestîn dê bi awayekî zelal her tişt derkevin holê û aşkera kir ku li şûna Tirkiyeyê saziyeke navneteweyî raporeke wiha amade dike ew jî ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ye. Acer bi lêv kir ku vê kuştinê jî wekî hemû kuştinên ku kiryar nediyar dixwazin binixumînin lê pêwîste demildest kesên ku Tahîr Elçî qetil kirin bên darizanin.

Aqûbeta Ramazan Kaya pirsîn

Piştî axaftina Acer rêveberê ÎHD’ê û endamê Komisyona Windayan Adnan Orhan aqûbeta Ramazan Kayayê ku di sala 1991’î de li gundê Eryol ê girêdayî Amedê ku ji aliyê cerdevana hatibû revandin û windakirin pirsî. Orhan, aqûbeta Kaya wiha vegot: “Ramazan Kaya bi çotkariyê re mijûl dibû. Dem bi traktora xwe diçû Amedê ji aliyê 4 cerdevanê gundê Rokoloyê ve hat revandin. Cerdevanan dema ew revandin bi çekê ji milê wî jî ew birîndar kirin.  Rêwiyên ku bi dolmîşê diçin Licê dibin şahidê vê biyerê.  Ev bûyer li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Mermerê diqewime. Li ser agahdarkirina şahidên bûyerê û malbat ji bo livgundê cerdevanan lêgerîn bê kirin ji dozgeriyê destûrê digirin lê belê Qereqola Cendirmeyan a Mermerê destûr nadin ku ev lêgerîn pêk bê. Li ser mijarê xwişka Ramazan, Husna Kaya wiha dibêje; ‘Fermandarê qereqolê ev bûyer tenê ji sercerdevanê wî gundî pirsî, wî jî got, ‘Kesekî wiha nehatiye revandin’.  Lê belê kesekî li wî gundî dijiya di heman rojê de got birayê min di mala cerdevanekî de dest û piyên wî girêdayî dihat girtin. Heke li gun lêgerîn pêk bihata dê birayê min bihata dîtin. Lê belê pişte hemû hewildanên me yên ji bo dîtina birayê min bê encam man.’”

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan, di hefteya 248’ê de aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya li ÎHD’a Êlihê de parlamentera HDP’ê ya Êlihê Nejdet Îpekyuz û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî amade bûn. Ji rêveberên ÎHD’a Êlihê Gulbahar Kaya ya ku di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kursep ê di 24’ê adara 1994’an de hatibû windakirin pirsî, bav Îbrahîm Kursep jî di bîranînê de nameya ku qala bîranînên kurê xwe dike xwend. STENBOL / AMED/ ÊLIH