Çalakiya nobetê ya parlamenteran bi dawî bû

Çalakiya nobetê ya ji bo destekdayîna Leyla Guven û girtiyan li avahiya HDP’ê hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qonaxa krîtîk ji zû ve derbas bûye û hat gotin ku divê demildest daxwazên çalakgeran werin qebûlkirin

Çalakiya nobetê ya ji bo destekdayîna Leyla Guven û girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, li avahiya HDP’ê ya Amedê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di daxuyaniya çameniyê de axivî. Başaran bi bîr xist ku Leyla Guven ev 94 roj in di grevê de ye, li girtîgehan û li gelek cihên cîhanê bi sedan mirov bi yek daxwazê ketine greva birçîbûnê û wiha got: “Tekane daxwaza girtiyên siyasî, siyasetmedar, welatî û nûçegihanan ew e ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan rabe. Rêzdar Ocalan piştî çalakiya Leyla Guven birayê xwe Mehmet Ocalan dît. AKP li gorî destûra bingehîn darbeyê jî naçe. Siyaseteke wiha li pêşberî me heye ku qanûnên xwe jî bi cih nayîne.”

Tecrîda li Îmraliyê libher derê belav bûye

Di dewamê de Başaran da zanîn ku tecrîd bi rengekî sîstematîk ji Îmraliyê dest pê kiriye û li hemû Rojhilata Navîn berbelav bûye û wiha domand: “Îro li ser siyaseta demokratîk, jinan, zarokan, ciwan û civakan tecrîd heye. Helwesta 300 girtî û hevrêyên me yên din ku bi qêrîna rêzdar Leyla Guven dest pê kirî, bi biryar e. Bi rojan e hewl tê dayîn ku mirov ji vê qêrînê re bibin deng lê tekane muxatabê vê desthilat û wezareta dadê tu dengî ji xwe dernaxîn. Heke encamên nebaş çêbibin berpisyarê vê yekê desthilata siyasî û meclis e. Her wiha zexteke giran li ser girtiyên siyasî jî heye. Cezayên disiplînê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne, tê birîn. Li Edîrne û Xarpêtê girtî di hucreyên yekkesî de têne girtin. Ev jî amadekariya dewletê ya ji bo mirinan e.”

Her deqe û kêlî girîng e

Di axaftina xwe de Başaran bal kişand ser rewşa Guven û got ku Leyla Guven qonaxa krîtîk ji zû ve derbas kiriye û ji bo vê deqeyek û kêliyek jî girîng e.

Her wiha Başaran diyar kir ku dê di rojên pêş de li dijî tecrîdê çalakiyan bikin û bang li nivîskar, hunermend, rewşenbîr û aktîvîsten mafên mirovan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne îro be lê kengî em ê li dijî vê rewşa bi şer dengê xwe derxînin? Heke ew roj ne niha be dê kengî be? Em ê li pêş vê tecrîda teqez bibin asteng. Em bang li desthilata siyasî û wezareta dadê dikin, beriya ku dereng be divê peywira xwe bi cih bînin û daxwazan qebûl bikin.” AMED