ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê’ aşkera kir

 

 Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê rapora çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku girtiyên ketin grevê rastî cezayên disiplînê tên û vîtamîna B1 nadin girtiyan û gelek girtî pirsgirêkên giran ên nexweşiyan dijîn. Komîsyonê bang li hikûmetê kir û xwest bi lez gav bavêje û “Mafê jiyanê” biparêze

Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê rapora der barê çalakgerên  li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne, aşkera kir.  Komisyonê, rapora bi navê “Rapora Nirxandin û Tespîta Grevên Birçîbûnê yên Li Girtîgehên Tirkiye didome” bi tevlêbûna hevserokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan li Navenda ÎHD’ê aşkera kir. Endamên komîsyonê jî di civînê de amade bûn. Endamê Komîsyonê Îlhan Ongor diyar kir ku piştî li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kir, ÎHD, TÎHV, OHD, ÇHD û baroyên eleqeder li gel rêxistinên tenduristiyê komîsyon ava kirin û dest bi şopandinê kirin. Ongor anî ziman ku ji bo xizmet û pêdiviyên tibbî kêm nemînin û bi rêk û pêk ev pêdiviyên girtiyan ên tibî pêk bînin bi rêk û pêk hewl didin girtîgehan ziyaret bikin.

Ongor bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 94 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye û destnîşan kir ku tenduristiya Leyla Guven her diçe dikeve bin xeteriyê. Onger bal kişand ser raporên û cih dan van agahiyan:

Herêma Marmarayê

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: Gardiyan, girtiyan provoke dike û dibêjin ‘Hûn ew qas birçî dimînin, ka hûn çima kîlo nadin.’ Li gel ku girtî daxwazên vîtamîna B1  dikin jî vîtamîn nadin girtiyan. Li şûna Vîtamîna B1 vîatmîna B  didin girtiyan.

Li Girtîgeha Tîpa T1 a Bandirmayê jî ji çileyê 2019’an û şûnde bê pîvan xwê û şekir didin girtiyan. Vîtamîna B1 nadin wan. Li şûna wê kompleksa vîtamînên B didin wan. Yên naxwazin derkevin revîrê kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa F2 a Bandirma, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, Girtîgehên Tîpa F ên Hêjmar 1 -2 ên Tekîrdagê, Li Girtîgeha Hêjmar 1 a Kandira, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1-2 a Tekîrdagê, Girtîgeha Hêjmar 1 – 2 a Maltepê pirsgirêkên vîtamîna B1 heye. Li van girtîgehan bi rêk û pêk kontrola tenduristiyê nayê kirin, Suleyman Benzer ê piştî dest bi grevê kir, ew avêtin yek huceryê û refaqetçiyê wî tune ye. Li hin cihan jî mualiyeya tenduristiyê nayê kirin. Parêzerên ku hevdîtinê dikin bi rêk û pêk agahiyan nadin parêzeran. Yên ku B12 naxwazin dîsa vitamîna B12 didin wan. Yên ku derketina revîrê red dikin rastî cezayê dîsiplîne tên. Girtî Hacer Halîl Yusuf û Rûşen Bozan piştî dest bi grevê kirin, çermê wan zuha bûye û her çend ji aliyê bijîşk dermankirin bikin jî lê kontrola şekir nakin û tahlîla xwînê nakin. Dîsa girtî Îbrahîm Kaya 10 kîlo daye.

Herêma Marmarayê

Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1-2 a Osmaniye, Girtigeha tîpa F a Kurkçulerê, Girtîgeha tîpa T 1-2 yên Tarsûsê Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, Girtîgeha Jinan a Tarsûsê û Girtîeha Tîpa L a Antalyaya jî girtiyên ku revîrê red dikin tansiyona wan nayê pîvan, destûr nadin ku wêne bikişînin, ji ber grevê rastî cezayê pîsîplînê tên, li ser piyan hêjmarê dikin, li girtîgehekê 6 girtiyên di grevê de xistine kawîşên cuda, yên dîsa revirê red dikin nayên muayînekirin û bê kontrol, xwê, şekir karbonat û vîtamina B didin. Dîsa li girtîgehek din 10 girtî xistine kawîşek din. Girtiyên xwestine di bin kontrola TTB’ê de bên kontrolkirin lê ji ber ketine grevê rastî cezayê dîsîplînê hatine. 4 jinên ku di 5’ê çile de ketine grevê rastî gefa rêveberiya girtîgehê hatine ku dest ji çalakiyê berdin.

Herêma Anatoliya Navîn

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Tîpa T a Karabukê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale, Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê jî heman pirsgirêk hene. Îsmet Akin ê di 26’ê kanunê de ketiye grevê jî ji ber birîndar e di milê tenduristiyê de di talûkeyê de ye û kîloyan dide. Li Tokatê piştî 12 rojan vîtamîna B daye wan û girtî kîlo didin. Daxwazên girtiyan ên ji bo pêdiviyên tenduristiyê nadin wan. Dîsa rojnameya Yenî Yaşam nadin wan û rastî cezayê dîsîplînê hatine.

Hêrama Egeyê

Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê hatiye diyarkirin ku vîtamîna B1 dane girtiyan, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve birêkûpêk hatine şopandin, ji ber greva birçîbûnê xew herimiye, serêşan û li hev ketina mîdeyê pêk tê. Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê lîmon, şerbet, xwê û B12 dikin girtiyan. Karbonmonat nadin girtiyan. Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Bi awayek rêkûpêk kontrola tenduristiya girtiyan nayê kirin. Heta roja îro tenê carek kontrola tenduristiyê hatiye kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê karbonat û vîtamînên B nadin girtiyan. Şerbet û avşorik amade kirine û dane girtiyan. Hefteyê carek wan dibin revîrê. Li qawîşê her roj kontrol nayê kirin.

Li Girtîgeha Alîaga ya Şakranê 3 girtiyên di ji 29’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne rojane dibin revîrê. Vîtamînên B didin. Gelek zeîf bûne. Ji ber greva birçîbûnê serê çalakgeran diêşe, mîdeya wan li hev dikeve.

Li Girtîgeha Jimara 1 û 2’an a Tîpa F ya Bucayê 3 girtîyên di jimara 1’an de di grevê de ne li heman odeyê dimînin û kesek li wan binêre nîne. Girtî li ser daxwaza xwe karbonatê bikar naynin. Gelek mafên girtiyan ên civakî hatine qedexekirin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê 4 girtî ji 18’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne. Av, şekir û vîtamînên B12 didin girtiyan lê bi hêceta karbonat nîne nadin wan. Kontrola tenduristiya wan tê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê 2 girtiyên zilam di greva birçîbûnê de ne û rojane kontrola tenduristiya wan tê kirin. Vîtamîn, şekir, av û wekî din birêkûpêk didin wan.

Li Girtîgeha Jimara 1 û 2’an a Tîpa T a Bandirmayê girtiyên di grevê de derdixin revîrê lê girtî qebûl nakin. Ji çalakiyan cezayê men girtine. Vîtamîna B1 bikar tînin û muayeneya bijîşkan nayê kirin.

Girtîgeha Rihayê

Ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Jimara 2’an Tîpa T a R ihayê 6 girtî di greva birçîbûnê de ne. Li Jimara 1’an a Tîpa T jî ji 6’ê çile ve 5 girtî di greva birçîbûnê de ne. Îdareya Girtîgehê bi hêceta vîtamîna B1 li Tirkiyeyê nîne nadin girtiyan.

Girtîgeha Amedê

Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 16’ê kanûna 2018’an ve greva birçîbûnê didome. Girtî mudaxeleya tibî qebûl nakin. Avşorik û şerbet û vîtamîn didin wan. Ava paqij nadin wan. Cezayê sohbetê li girtiyan hatiye birîn. Girtî gelek zeîf bûne. Di bedena girtiyan de birînan xwe daye nîşandan. Kontrola tenduristiyê tê kirin. Li dijî ronî û deng hestiyariya wan zêde bûye. Pidiyê diranên wan xwîn dibe û nermbûna pidiyê wan dest pê kiriye.

Girtîgeha Wanê

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê kontrola çalakgeran tê kirin, ji ber dawiya hefteyê bijîşk nîne konrola wan nayê kirin. Şekir, xwê û vîtamîna B12 rojane didin wan. Rêveberiya girtîgehê bi gotinên “We xwarin xwariye?” girtiyan tahrîk dikin. Mafê girtiyan ên sohbetê tê astengkirin. Kîloyên wan kêm bûne. Bêhn naçe wan û di warê dîtinê de zehmetiyan dikişînin, serê wan diêşe û mîdeyan wan li hev dikeve. Her wiha sarogermoyî dibin.

Girtîgeha Şirnexê

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê çalakger ji 16’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne û pirsgirêkên wan tenduristiyê derketine. Ji roja 11’emîn şûn ve vîtamîn dane wan û ji roja 10’emîn ve kontrola tenduristiya wan hatiye kirin. Vîtamînan didin girtiyan û ji ber grevê lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin.

Girtîgeha Mêrdînê

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 8 girtî ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne û hemû di yek qawîşê de dimînin. Rojê carek kontrola wan a tenduristiyê tê kirin. Vîtamîna B1 didin wan. Ji ber greva birçîbûnê mafên wan ên civakî û sohbetê hatine astengkirin. Ji ber zeîfbûnê goştê diranên wan xwîn dibe, di laşe wan de birîn xwe didin nîşandan û xewa wan herimiye. Mîdeya wan li hev dikeve û serê wan diêşe.

Girtîgeha Meletiyê

Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne û xwê, şekir û vîtamîn nadin wan. Ji ber grevê pirsgirêkên wan tenduristiyê derketine. Xew li wan herimiye. Îdareya girtîgehê tevî ku dibêje wê vîtamîn bê temînkirin jî lê heta niha nedane wan.

ÎHD’ê di çarçoveya pirsgirêkên tenduristiyê yên girtî dijîn de tespîtan rêz wek pirsgirêkên li jor rêz kir û di çarçoveya van pirsgirêkan de daxwazên çareseriya tenduristiyê jî rêz kir.

ÎHD ji bo rakirina tecrîdê banga lezgîn dike

Di beşa raporê ya “dawî” de wiha hat gotin: “Tecrîd binpêkirina mafê jiyanê ye. Li dijî qanûnan e. Daxwaza wan ne li dijî qanûnan û hiqûqê û ev daxwaz bi temamî pişgiriya ji bo pêkhatina qanûna û hiqûqê ye. Divê demildest ji bo rakirina tecrîdê bikevin tevgerê û tecrîdkirina Abdullah Ocalan û tecrîdên li girtîgehên din bê rakirin. Em bang li rayedarên dewlet û hikumetê dikin ku demek zûtirîn bikevin tevgerê.” ENQERE