‘Ji bo aramiya Rojhilata Navîn rola kurdan girîng e’

 Panela bi navê ‘Li Rojhilata Navîn rola Kurdan’ a li Helebceyê bi dawî bû. Di panelê de hat gotin ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn rola kurdan girîng e. Her wiha hat gotin, ji bo ku kurd xwe ji êrîş û metirsiyan biparêzin, yekitiya kurdan gelek girîng e

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Helebceyê saet di 10.30’an de panela “Li Rojhilata Navîn  Rola Kurdan”  dest pê kir. Panel bi beşdarbûna gelek siyasetmedar, çavdêrên siyasî, rojnamevan û akademisyenên başûrê Kurdistanê û ji beşên din ên Kurdistanê pêk hat. Di panelê gelek mijar hatin pêşkêşkirin û guftûgokirin. Bi taybetî çareseriya pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn di panelê de hat nirxandin. Bi giştî 7 panel hatin dayîn.

Di dawiya panelê de hat gotin ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn rola kurdan gelek girîng e lê ji bo vê jî destpêkê pêwîstî bi yekitiya neteweyî ya kurdan heye.

Di panela duyemîn de rojnamevan Niyaz Abdula di der barê rola ragihandinê ya ji bo yekitiya neteweyî de mijarek pêşkêş kir û wiha got: “Divê rojnamevan xwe ji qalibê hizbatiyê derbixin û ji bo yekitiya neteweyî roleke erênî bileyîzin. Li başûrê Kurdistanê rojnamevan ji aliyê desthilatê ve bi pe re tên kirîn, ji bo vê nikarin ji bo mijarek neteweyî kar bikin.”

Piştî wê çalakvanê civaka sivîl Awat Mihemed ji bo pêşxistina civakê behsa rolê rixistinên civaka sivîl kir. Mihemed got ku hemû rêxistin ne serbixwe ne lê ji bo pêşxistina civakê rêxistinên civaka sivîl rolek girîng dileyîzin. Mihemed diyar kir ku li rexmê zorî û zehmetiyan jî rêxistinên civaka sivîl karê xwe berdewam dikin, ev jî ji bo pêşxistina civakê gelek girîng e.

Nûnerê Rojavayê Kurdistanê yê li Başûrê Kurdistan Silêman Ereb jî bal kişand ser destkeftiyên li rojavayê Kurdistanê hatine bidest xistin û wiha got: “Rojavayê Kurdistanê ji bê pergaliyê bû xwedî pergal. Ji nebûnê hebûn avakir. Hemû destkeftiyan jî bi berxwedanê bi dest xistin. Niha metirsiyek li ser rojavayê Kurdistanê heye, li hemberî vê jî gelê Rojava amadeye xwe biparêze. Di vê demê de li Sûriyeyê behsa herêma bi ewle tê kirin lê kurd navçeya bi ewle bê hebûna hêzên kurd qebûl nakin.”

Herî dawî jî kesên di panelê de amade, nêrînên xwe anîn ziman û panel bi guftûgoyan bi dawî bû. HELEBCE