HSD’ê dest bi operasyona dawî kir

Şervanên HSD’ê li gundê Baxoz ê Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyona dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê kirin

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê Hêzên Sûriyeya Demkratîk (HSD) li Hecînê dest bi operasyona dawî ya tunekirina çetyên DAIŞ’ê kiriye. Şervanên HSD’ê niha li gundê Baxozê yê bajarokê Hecînê ya Dêrazorê dor li çeteyên DAIŞ’ê girtine û bi tunekirina wan dê dawî li operasyonê jî bê. Gundê Baxozê dikeve başûr- rojhilatê bajarokê Hecînê yê Dêrazorê.

Li gorî agahiyan îşev an jî sibê dê mizgîniya dawîkirina çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Kurdistanê û xaka Sûriyeyê bê dayîn. DÊRAZOR