Li Helebê civîn li ser komployê hat lidarxistin

Endamên rêveberiya TEV-DEM’ê yên Helebê destnîşan kirin ku Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê bi bin bikeve

Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a taxa Şêxmeqsud a bajarê Helebê bi nêzîkbûna 20’emîn salvegera Komployên Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, du civîn lidar xistin. Di her du civînan de şêniyên taxê yên kurd û ereb, endamên saziyên sivîl û komînan amade bûn.

Di civîna yekemîn ku li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin, Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Raperîn Heleb axivî û diyar kir ku Komploya Navnetweyî ku di kesayeta Ocalan de hat kirin dê derbasî sala 21’emîn bibe û da zanîn ku ev komplo hemû gelên azadîxwaz dike armanc. Raperîn teqez kir ku ji destpêkê ve armanca hikumeta Tirkiyeyê tunekirina gelê kurd e. Paşê sînevziyonek li ser doza gelê kurd û komploya navnetweyî hat pêşandan.

Derbarê mijarê de, civînek li taxa Eşrefiyê jî hat lidarxistin, di civînê de endama rëveberiya TEV-DEM’ê Ronak Til Temir bi zimanê kurdî û hevseroka Meclisa TEV-DEM’ê ya Helebê Sûad Hesen jî bi zimanê erebî axivîn. Axaftvanan teqez kirin ku siyasteta Erdogan li pêşiya îradeya têkoşer Leyla Guven û hevalên wê bi bin ket.

Her du civîn bi drûşmên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûn. HELEB