YPS’ê şehîdên berxwedana Cizîrê bi bîr anîn

Koordînasyona YPS’ê, şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi taybetî şehîdên berxwedana Cizîrê bi rêzdarî bi bîr anîn û diyar kir ku bi şeref û rûmeta ku wan li pey xwe hişt, dê têkoşînê teqez bi ser bixînin

Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi boneya salvegera şehadeta berxwedêrên xwerêveberiyê yên Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPS’ê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên berxwedanê bibîr anîn. YPS’ê diyar kir ku ew bi boneya salvegera çaremîn a şehadeta lehengên berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê û şehîdên xwerêveberiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana xwerêveberiyê ku gelê kurd 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî êrîşên tunekirinê yên li hemberî gelê kurd û hêzên azadiyê da destpêkirin, li dijî teslîmiyet û xiyanetê bersiva xweparastinê ye.

Koordînasyona YPS’ê diyar kir ku vê berxwedanê bi rengekî vekirî ji her kesî re ragihandiye ku êdî mîna berê peymanên Lozanê li ser kurdan û Kurdistanê nikarin bên ferzkirin û wiha hat gotin: “Asta amadekariyê çi dibe bila bibe, ger dijmin hatibe ber deriyê te û rûmeta te binpê dike, yekane biryara ku bê dayîn, berxwedan e. Ji bo azadiyê berdêl çi dibe bila bibe divê wê wextê were dayîn.”

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê bi mehan dewam kir û dewleta tirk a faşîst piştî ku fêhm kir nikare encamê bi dest bixe, herî dawî 14’ê Kanûna 2015’an di dorpêça pêncemîn de bi dehan hezar leşker, bi dehan general, efser, bi sedan tank û her şêwe çekên teknolojîk êrîş bir ser bi sedan ciwanên berxwedêr û gelê bêparastin. YPS’ê diyar kir ku dewleta tirk li gorî kevneşopiya xwe tevgeriya û bi kiryarên hovane û li derveyî mirovahiyê dest bi hilweşandina bajarekî kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi taybetî di 15 rojên dawî yên berxwedanê de, berxwedêrên ku ji bilî destan tiştekî karibe xwe pê biparêzin nemabû, li dijî bangên teslîmiyetê di nava şert û mercên gelekî giran de berxwedana xwe dewam kirin û nîşanî cîhanê tev da ku mirov di her şertî de dikarin rûmeta xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Di encama vê berxwedanê de ji gelê sivîl, ciwanên berxwedêr û ciwanên ku ji bajarên din ên Kurdistanê hatin piştgiriya berxwedanê, nêzî 300 kes şehîd bûn.”

Koordînasyona YPS’ê destnîşan kir berxwedêrên Cizîrê aşkera kirin ku êdî teslîmiyet wê nikaribe reh berde nava vê xakê û ev tişt hat gotin: “Tovên ku bi jiyana berxwedêran hatin çandin, zû ya jî dereng we şîn bibin. Bi taybetî çalakiyên fedayî yên mezin ên hevalên Zinar Raperîn (Abdulbakî Somer), Doga (Seher Çagla Demîr) û Firat Pirsûs (Mûstafa Aslan) ew çalakiyên destanî ne ku ruhê pêvajoyê nîşan didin.”

Mehmet Tûnçan nîşan dan bê milîtanî çawa tê kirin

Di daxuyaniya YPS’ê de hate bibîrxistin, ji lehengên mezin ê vê berxwedanê Mehmet Tûnç û hevalên wî bi rojan banga rizgariyê kirin lê belê negotin ‘werin me rizgar bikin’. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Gotin, ‘werin em bajarê xwe, welatê xwe, mirovahiya xwe rizgar bikin’. Mehmet Tunç di kêliya dawî de jî bi gotina ‘têkoşîn demdirêj e, wê bi berxwedana me neqede’ moral da her kesî û banga wezîfeya şoreşgerî li her kesî kir. Lewma, heval Mehmet û hevalên wî xwe mexdûr nekirin, wan rê û rêbazên milîtaniyê nîşanî dost û dijminan dan. Gotina ‘Me li ber xwe da, bi me serbilind bin’ a Mehmet Tûnçan ku li mejiyê her kesî neqişî û bû mizgîniya serketinê, bi gotina ‘Em bi ser ketin, em bi ser ketin’a berxwedêrên rojiya mezin a mirinê ya 14’ê Tîrmehê re xwedî heman wate ye.”

Koordînasyona YPS’ê diyar kir ku di şexsê vê berxwedan û van berxwedêran de rûmeta mirovahiyê bi ser ketiye û ev tişt ragihand: “Yên ku bi ser ketin û tevli karwanê nemiran bûn, ên ku cihê xwe di dil û mejiyê her kesî de girtin Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, ciwan, dayik, bav û zarokên heta dawiyê bi rûmetdarî û bi şeref li ber xwe dan.” Koordînasyonê destnîşan kir, ku yên hewl didan têk bibin ew bi xwe têk çûn.

‘Em ê sala 2019’an bikin sala şerekî bê eman’

Koordînasyona YPS’ê da xuyakirin ku ew xwedî li mîrateya dîrokî ya Mehmet Tûnç û hevrêyên wî derdikevin, ew bi wan serbilind in û wiha dewam kir: “Di rewşa heyî de berxwedan an jî xweparastin wê bi rengê civakî bê dayîn. Ev yek pêkan e. Ya ku ji bo mîrate û wasiyeta berxwedana xwerêveberiyê bê kirin, avêtina gavên ber bi serketinê ve ye. Bi navê YPS’ê haya me ji vî barê giran heye, em ê heta dawiyê li ser rêya serketinê ya Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û berxwedêrên xwerêveberiyê hemûyan bimeşin û ji bo rê li ber azadiya Rêbertî û Kurdistanê vekin. Em ê sala 2019’an bikin sala şerekî bê eman.” BEHDÎNAN