Li Şêladizê sûcdar kî ye?

 Di sala 2003’yan de Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo derxistina leşkerên tirk ji xaka başûrê Kurdistanê biryarek derxist. Lê ev biryar pêk nehat û dema ku di sala 2019’an de xelkê herêma Behdînanê bi heman armancê baregeha artêşa tirk şewitand, vê carê hikûmetê ew sûcdar kirin û girtin

Di 26’ê çeleyê de welatiyên bajarokê Şêladizê li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk serî hildan û bi ser baregehên dewleta tirk a dagirker de girtin. Piştî wê hikûmeta herêmê pêngavek binçavkirina welatî, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl da destpêkirin. Li herêma Behdînanê zêdetirî 80 kes hatin binçavkirin. Gelek ji wan hatin berdan lê hê jî 18 kes di bin çavan de ne.

Dadgeha Duhokê li gorî madeya 156’an a qanûna hejmara 111’an a sala 1969’an a cezayê Iraqê di derbarê 18 kesên hatîn binçavkirî de lêkolîn kir. Ev madeya 156’an a qanûna Iraqê di dema rejîma Basê ya Iraqê de hatiye derxistin. Qanûn li dijî kesên ku bi qest dixwazin aramiya welat û yekitiyê xira bikin hatiye derxistin. Li gorî vê qanûnê kesên bên girtin, tên bidarvekirin.

Di sala 2003’yan de Parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê li şûna qanûnê ku darvekirin heye, veguhast cezayê muebetê. Dadgeha Duhokê dixwaze 18 kesên hatin binçavkirin li gorî vê qanûnê ceza bike. 18 kesên ku hê jî di bin çavan de ne, ji rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl ên bajarê Duhokê pêk tên. Van kesan dixwestin ji bo piştgiriya raperîna gelê Şêladizê li Duhokê çalakiyekê li dar bixin.

Parêzer Erdelan Şêx Fatîh li ser vê mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Pêwîst bû kesên hatin binçavkirin, li gorî qanûna hejmara 11 a sala 2010’an ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatibana dadgehkirin. Ev yasa ji bo kesên bixwazin çalakiyekê li dar bixin hatiye derxistin. Ji ber ku ew 18 kes dixwestin çalakiyekê lidarbixin. Li gorî biryara 2003’an ya Parlamentoya Herêmê, pêwîst bû leşkerên dewleta tirk ji xaka Başûr derketibana. Lê ji bo çi naçin derve? Yanî xwepêşandanên ji bo derxistina leşkeran, ne li dijî qanûnê ye. Li gorî min divê ji bo derxistina vê hêzê hemû rêyên qanûnî werin bikaranîn.”

Parêzer Erdelan got ku sûcdarkirina kesên hatin binçavkirin siyasî ye û wiha got: “Hikûmet vê yekê ji bo bêdengkirin û tirsandina xelkê dike. Dixwazin bi vê yekê nehêlin carek din xwepêşandan werin lidarxistin. Hebûna hêzên Tirkiyeyê, serweriya xak û asayîşa welat dixe nava metirsiyê. Em her roj dibînin dewleta tirk xaka Başûr bombebaran dike û xelkê sivîl dibe qurbanî. Ji bo vê nabe hêza Tirkyeyê were parastin, divê were cezakirin.”

Erdelan destnîşan kir ku ew li benda derxistina dadgehê ya kesên hatine binçavkirin in û ev tişt anî ziman: “Ger ew kes li gorî madeya 156 werin dadgehkirin, em ê weke komek parêzer serdana Dadgeha Giştî ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistan, Duhok û Parlamentoya Herêmê bikin. Em ê daxwaz ji van cihan bikin da ku ew kes li gorî madeya xwepêşandanê werin dadgehkirin û li gorî madeya 156’an neyên dadgehkirin.” DUHOK

Dikarî Biecibînî