Gundiyan li dijî êrîşan bang li hikûmetê kir

 Gundiyên herêma Behdînanê ya başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirk dan û bang li hikûmeta herêmê kirin ku pêşî li êrîşên dewleta tirk bigire

Welatiyên Behdînan a girêdayî herêma Berwarî li ser jiyana gundan û êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk axivîn. Welatiyan diyar kir ku ew nikarin zivistanê debara jiyana xwe bikin û ji ber êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk gelekî metirsîdar in.

Ciwanê bi navê Mêvan ê ji gundê Kêste bal kişand ser jiyana gund û wiha got: “Jiyana gund zehmet e, berf û baran gelek dibare. Lewma jiyan zehmet bûye. Ceyrana me tenê bi şev heye, ew jî tenê 5 saet in. Êdî şivantiya li gundan jî bê dahat maye. Piştî şer dest pê kir xêr di tu tiştan de nemaye. Li vê derê her tiştek zehmet e. Ne gaz heye, ne benzîn heye, ne ceyran heye ku xwe pê germ bikin. Li gel van hemûyan gelê me xwe bêdeng hiştiye.”

Nikarin li warê xwe bi rihetî bigerin

Ciwanê bi navê Hiseyîn Hesen jî bilêv dike ku ew nikarin bi awayekî azad li çiyayên xwe bigerin û ev tişt anî ziman: “Jiyana gundan xweş e. Lê belê pirsgirêka me ew e ku em nikarin li çiyayên xwe azad bigerin. Em nikarin ji berhemên çiyayên xwe sûd werbigirin. Ji ber ku balafirên dewleta tirk her di nava êrîşan de ne. Wekî din gundî debara jiyana xwe dikin û bi sewalên xwe ve mijûl in. Em dixwazin ciwanên me bên li gundan kar bikin. Xelkê li bajaran dijîn bila bên gundên xwe ava bikin û jiyana gundan bê domandin. Ji ber ku jiyana gundan ji ya bajaran gelek xweştir e. Her deqeyeke gundan berdêlê hezar deqeyên bajar in. Ji bo ev tiştên henê pêk bên, em daxwazê ji hikumetê dikin ku jiyana gundan xweştir bikin, elektrîkê bidin gundiyan, ciwanan bikişînin nava jiyana gundan.”

‘Bombebarana balafirên tirk bidin sekinandin’

Hesen bang li hikumetê kir ku êrîşên balafirên dewleta tirk bidin sekinandin û wiha domand: “Em dixwazin ku hikûmet, bomberdimana balafirên dewleta tirk bide sekinandin û ji gelê herêmê re bibe alîkar. Ji bo em sewalên xwe biçêrînin û li çiyayên xwe bi awayekî azad bigerin, bila bibin alîkar. Tişta ji bo me ya herî sereke ew e ku em bikaribin li çiyayên xwe azad bigerin. Em nikarin di çiyayên xwe de bigerin. Dema em digerin jî yan balafir li me dixin, yan jî topên wan. Di van bomberdimanan de gelek ziyan digihîje bax û bostanên me. Bi vî awayî zehmetiya bav û kalên me yên bi salan di carekê de talan dibe û têk diçe.”

Ji ber êrîşan jiyan nexweş bûye

Ciwanê bi navê Hikmet Kêsteyî jî da xuyakirin ku ji ber balafirên şer ên Tirkiyeyê jiyan li van deran nexweş bûye û wiha got: “Debara jiyana me li ser karê sewaliyê dimeşe. Zehmetiya wê jî li demsala zivistanê gelek e. Dema ku berf dikeve, em nikarin debara jiyana xwe bikin. Lê ber biharê ve hîn baştir, hîn xweştir dibe. Yên ku xwedî kar diçin cihên cuda kar dikin. Yên ku bê kar mane jî li van deran jiyana xwe bi xwedîkirina sewalan didomîne. Li gorî bajaran jiyana gundan xweştir e lê van demên dawiyê ji ber êrîşên dewleta tirk, êrîşên balafirên tirk, jiyan li van deran ne xweş bûye. Beriya niha jiyana gundan xweştir bû.”

Bombeyan li sivîlan dibarîne

Yek ji şêniyê gundê Bazê yê girêdayî herêma Behdînan Taha Bazê jî diyar kir ku ew ji ber êrîşên dewleta tirk gelek metirsîdar in û ev tişt got: “Jiyana gundan li ser xwedîkirina sewal û bostanan dimeşe. Hin sewalan xwedî dikin, hin jî bi karê çandiniyê re mijûl dibin. Lê belê xwedîkirina sewalan jî êdî bi serê xwe zehmetiyek gelek giran e. Ji ber ku em nikarin di çiyayên xwe de azad bigerin. Balafirên dewleta tirk bêyî ku ciyawaziya çekdar û sivîlan bike bombeyan li me dibarîne. Dema ku em derdikevin ji bo sewalên xwe biçêrînin jî gelek metirsîdar in.” BEHDÎNAN