Şervanên HSD’ê 200 sivîlên din jî rizgar kirin

Şervanên HSD’ê piştî korîdorên ewlehiyê vekirin, 200 sivîl ji gundê Baxozê rizgar kirin û rizgarkirina sivîlan didome

Nûçegihanên ajansa nûçeyan a ANHA’yê yên ku Hemleya Bagera Cizîrê dişopînin ragihandin ku şervanên HSD’ê îro 200 sivîl ku praniya wan jin û zarok in ji gundê Baxozê ku çeteyên DAIŞ’ê tê de asê mane rizgar kirin. Piştî şervanan korîdorên ewlehiyê vekirin, sivîl gihîştine herêmên rizgarkirî. Her wiha hat diyarkirin ku şervan bi hemû hêza xwe hewl didin sivîlên ku çeteyên DAIŞ’ê ew weke mertalên zindî bi kar tînin rizgar bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye duh jî ji herêmê hatibû ragihandin ku şervanên HSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Baxozê yê Hecîna Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyona dawî kiriye da ku DAIŞ’ê bi temamî tune bikin. DÊRAZOR