Meşên dirêj ên li Ewropayê didomin

Meşên dirêj ên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku li paytexta Swêd Stockholmê û li Fransayê dest pê kiribûn di roja duyemîn didomin

Meşa dirêj ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Kurdistanî û dostên xwe bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” saet di 11.00’an de li Ralambshov Parkê li hev civiyan û dest bi beşa xwe ya di roja duyemîn de kirin.

Çalakger bi pankarta ji wêneyên Ocalan, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dimeşin, stranên bi kurdî dibêjin û bi berzkirina dirûşman dewleta tirk şermezar dikin. Her wiha li ser tecrîdkirina Ocalan û komployê axaftin tên kirin û agahî tên dayîn.

Asûr û suryan jî tev li çalakiyê bûne. Ji Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan diyar kir ku tecrîd polîtîkaya şer a dewleta tirk e û ne tenê li dijî gelê kurd e, her wiha li dijî gelên bindest hemûyan e. Kuçukaslan bang li gelê asûr-suryan keldanî kir ku tev li çalakiyên li dijî tecrîdê bibin û têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê geş bikin.

Meşvan dê li kolanên herî qelebalix ên Stockholmê bimeşin û saet di 17.00’yan de li qada Norrmalmstorgê mîtîngekê li dar bixin.

Li aliyê din  bi heman armancê ji 100 kesî zêdetir  ku di nav wan de siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend hene, bi dirûşma ”Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” ji Baselê heta bi Strasboûrgê dimeşin, meş di roja duyan de didome.

Çalakger li Bartenheîmê ya Fransayê bi sirûda Hernepêş  di roja duyemîn de meşiyan, dema ku ji kuçeyan derbas bûn hemûyan bi hev re dirûmên; ”Ji Ocalan re azadî’, ”Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. STOCKHOLM