Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin

Li Mêrsînê, Komeleya Alîkariya Piştevanî û Çandê ya Colemêrgiyan hat vekirin

Li Bazara Balikçilar a Taxa Çankaya ya navçeya Akdenîza Mêrsînê, Komeleya Alîkariya Piştevanî û Çandê ya Colemêrgiyan hat vekirin. Rêveberên HDP, DBP, Namezetê Hevşaredarê HDP’ê yê Akdenîzê, Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Nîhat Akdogan, nûnerên gelek komele û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vekirinê bûn.

Serokê Komeleya Colmêrgiyan Hamza Tamûr di vekirinê de axivî û wiha got: “Komeleyên wiha ji bo gel dibin moral. Piştevaniyên wiha, pirsgirêkên siyasî yên heyî jî çareser dikin.”

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Nîha Akdogan jî di vekirinê de axivî û anî ziman ku divê ew piştgiriyê bidin komelyên wiha yên çandî.

Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Akdenîzê Alaattîn Erdogan jî di dawiyê de axivî û wiha got: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê yên dewletê, piştevanî girîng e. Partiya me li Mêrsînê bi salan e, van polîkayan dinirxîne û li dij derdikeve. Em ê dîsan şaredariya xwe ya Akdenîzê paşve bistînin û em ê bi gelê xwe re bi hêztir bikin. Em ê dîsan polîtîkayên xwe yên hevgirtinê bidin meşandin.”

Piştî axaftinan, bi çepikan û coşek mezin komele hat vekirin. MÊRSÎN