Nobeta şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî didome

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, di roja 18’emîn de bi biryardarî berdewam dike

Di 15’ê kanûna 2018’an de Korîdora Mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Li ser nerazîbûnên tund ên gelê Şengalê hikûmet neçar mabû ku bi awayekî fiîlî veke û soz dabûn şengaliyan ku wê vekirî bihêlin. Lê piştî demekê careke din korîdor bi temamî li ser şengaliyan hat girtin.

Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûlkirin di 24’ê çileyê de çalakiya konvedanê li ber korîdorê hat destpêkirin. Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de, di roja 18’emîn de li ser sînor bi biryardarî didome. Tevî ku xelkê Şengalê sînorê di navbera Şengal û Rojava de ji xwe re wek nefes bi nav dike, lê 18 roj in deriyê sînor girtî ye û her roj gel li ber diriyê sînor li ser pêyan e. ŞENGAL