Li Kobanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

Bi dehhezaran xwendekar û mamosteyên kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar xistin

Bi dehhezaran mamoste û xwendekarên gund û bajarokên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajarê Kobanê kom bûn û meşek girseyî li dar xistin. Hejmareke zêde ya xwendekarên dibistanên kantonê tev li meşê bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Hêzên Parastina Civakî jî parastina meşê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsa “Berxwedana Leyla Guven berdewam bikin û Rêber Apo azad bikin”, “Bêdengiya navdewletî mohreke reş e li ser eniya mirovahiyê” hatin hildan. Meş li Qada Şehîd Egîd a nêzî sînorê Tirkiyeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de mamoste Rûken Mihemed û mamoste Feysel Mayiûf daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn bal kişandin ser Komploya Navdewletî a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt hat gotin: “Wekî tê zanîn 20 sal beriya niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komplo û bêbextiyeke ku li ser rûyê erdê nehatiye dîtin, dîl hat girtin û li girava Îmraliyê, di nav şert û mercên pir giran û xeternak de wek dîl tê ragirtin. Bêbext û komplogerên sermayedar, difikirîn ku qey dê bi vê bêbextiyê çokan bi gelê kurd bidin erdê û dîsa wekî her carê serhildanên gelê kurd teslîm bigirin. Lê bêbext û komplogeran ji bîr kiribû ku êdî gelê kurd ne kurdên berê ne ku bi awir û kezeba şewitî di nava pencên bêçaretiyê de, bê deng û xwedî li sêdara serok û rêberên xwe binêrin. Êdî gelê kurd ne ew gelê berê ye ku di nava bêhêvîtiya çerxa felekê de li benda qedera xwe bimîne.”

Bêdengî nayê qebûlkirin

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: “Divê bêbext, komploger û dagirkerên Kurdistanê baş bizanibin ku gelê kurd bi felsefeya Apoyî û bi pêşengiya Mazlum, Kemal, Xeyrî, Sara, Zîlan, Arîn û Avestayan çembera çerxa felekê çirand û biryara nivîsandina dîrok û diyarkirina qedera xwe da. Îro jî li ser rêya wan egîd, leheng û jinan, bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş û hevrêyên wan, bi vîneke ji pola li hemberî çerx û tecrîda bêbext û dagirkeran a li ser Rêberê Gelê Kurd berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Li hemberî vê berxwedan û qîrîna wan lehengan ku li erd û ezmanên heft parzemînên cîhanê degvedayî, divê cîhana bêdeng ji xwe fedî bike. Ma heya kengî dê ew cîhan çavên xwe li rastiyan bigire û wekî koran tev bigere? Ma heya kengî dê ev cîhan xwe di pişt perdeya rûreşiyê de veşêre û wekî ker û lalan bê deng û şermok bimîne? Li hemberî vê, kanî dengê Neteweyên Yekbûyî? Kanî dengê saziyên nevneteweyî yên mafên mirovan? Kanî Dadgeha Mafên Mirovan, kanî CPT?”

Bang li herkesî hat kirin

Daxuyanî bi banga li saziyên navneteweyî wiha bi dawî bû: “Em wek qada perwerdeyê vê komplo û bêbextiya ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan de li hemberî tevahiya gelê kurd û mirovahiyê hatiye kirin, lanet û şermezar dikin. Di heman demê de em bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî jî şermezar dikin. Em bang li tevahiya saziyên neteweyî û navneteweyî yên mafên mirovan, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û li tevahiya mirovahiyê dikin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û tev li dengê Leyla, Nasir û Îmaman bikin, da ku em rastî tu trajediyên nû neyên û bi hev re bigihîjin rojên azad û birûmet.” KOBANÊ