AKP’iyan şaredarî dagir kirin

Li Şirnexê AKP’î xizmên xwe di şaredariyê de bi cih dikin. Piştî xwişka seroka Baskê Jinan a AKP’ê ya Şirnexê Hatîce Atan, Akîset Atan xistin kar, niha jî xizmên Serokê Teşkîlata AKP’ê ya Cizîrê Cîhan Guven di şaredariyê de bi cih kirin

Wezareta Karên Hundir piştî di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyên DBP’î kir, rêveberên AKP’ê niha yek bi yek xizmên xwe di şaredariyê de bi cih dikin.

Wezareta Karên Hundir piştî di 11’ê Îlona 2016’an de Qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir, zêdeypî 100 karker di serdema OHAL’ê de bi KHK’ê ji kar dûr xistin. Niha rêveberên AKP’ê yên Şirnexê xizm û miroven xwe li şûna karkerên hatin îxrackirin bi cih dike.  Li Şirnexê AKP’î xizmên xwe di şaredariyê de bi cih dikin.

Piştî xwişka seroka Baskê Jinan a AKP’ê ya Şirnexê Hatice Atan Akîset Atan xistin kar, niha jî xizmên serokê Teşkîlata AKP’ê ya Cizîrê Cihan Guven di şaredariyê de bi cih kirin. Hat diyar kirin ku yek ji xizmên AKP’iyan bûk û kurê birayê Cîhan Guven, Tahîr Guven in. Bûka Guven li karê muhasebeya şaredariyê û kurê Guven jî li Midûriyeta Park û Bahçeyan dest bi kar kiriye. Hat diyar kirin ku 2 kesan çend meh berê dest bi kar kirine.

Hat zanîn ku xwişka seroka Baskê Jinan a AKP’ê Hatîce Atan, Akîset Atan berê di Midûriyeta Nivîsariya Taybet de dest bi kar kiribû. ŞIRNEX