Der barê parlamenter Salîha Aydenîz de 2 fezlekeyên nû

Der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de, bi hinceta parvekirina hashtaga #CPTactForOcalan a têkildarî Ocalan û tevlêbûna daxuyaniya operasyonên 9’ê Cotmehê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve du fezleyên cuda hatin amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de, bi hinceta parvekirina hashtaga #CPTactForOcalan a têkidarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevlêbûna daxuyaniya operasyonên 9’ê Cotmehê bûye, 2 fezlekeyên cuda amade kirin.

Aydenîz di 18’ê îlona 2018’an de bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hashtaga ‘Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropayê ji bo Ocalan bikeve tevgerê’ parve kir û nivîsa ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ nivîsî. Serdozgeriyê daxwaz kir ku destnedana Aydenîz rabe û heta 2 salan cezayê girtîgehê xwest.

Fezlekeya duyemîn jî hat amadekirin

Di 9’ê Cotmeha 2018’an de bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî ya navenda wê Amed bû, li Amedê Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan daxuyaniyek da û Aydenîz jî tev li daxuyaniyê bibû. Fezlekeya duyemîn a der barê Aydenîz de jî bi vê hincetê hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê got ku Aydenîz di daxuyaniyê de cih girtiye û bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ daxwaz kir ku destnedana wê bê rakirin.

Der barê Aydenîz de berê jî fezleke hatibûn amadekirin û beriya ku Aydenîz wek parlamenter bê hilbijartin bi hinceta di çarçoveya xebatên KCD’ê de ‘rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye’ bi daxwaza heta 30 sal cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. AMED