Li Licê operasyona leşkerî

Li herêma bakurê navçeya Licê ya Amedê li gelek gund û gundikan operasyona leşkerî hat destpêkirin

Hat zanîn ku li herêma bakurê navçeya Licê ya Amedê saet ji 06.00’an ve operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin operasyon li gundên Xosor, Zengesor, Hedik, Mezramixo û li gelek mezra û gundên din pêk tê. Hat ragihandin serê sibê helîkoptêrên ji Licê rabûn yekîneyên leşkeran danî herêma opserasyonê.  Liv û tevgera leşkerî li bejahiyê û hewayê dewam dike. AMED

Dikarî Biecibînî