Li ber balyozxaneya Îranê çalakiya ciwanan

Di salvegera 40’emîn a şoreşa gelên Îranê de ku rejîma Îranê weke ‘Şoreşa Îslamî’ bi nav dike, ciwanên kurd li Londonê çalakiyek dijî pergala desthilata Îranê li dar xist

Duh ciwanên kurd li ber derê balyozxaneya Îranê ya Londonê, çalakiyek li dijî pergala desthilata Îranê li dar xist. Ciwanan li ber derê balyozxaneya Îranê ya li Londonê alên PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Her wiha ciwanan wêneyên ciwanên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin jî bilind kirin. Çalakî bi dirûşmên li dijî pergala desthilata Îranê bi dawî bû. LONDON

Dikarî Biecibînî