Di civîna çeteyan de ala tirk û El-Nusrayê

Li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê, di wêneyekî ji axaftina serçeteyê bi navê Umer Abdullah de ala Tirkiye û El-Nusrayê xuya dibe

Di wêneyên ku hatine bidestxistin de, serçeteyê Koma “Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan” diaxive û li kêleka wî alên El-Nusra û dewleta tirk xuya dibin. Li gorî nûçeya ANHA’yê “Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan” di navbera 2016 û 2017 hatiye avakirin û erebeyên “panther” ya Tirkiyeyê wergirtin û di bin sîwana El-Nusra û Tirkiyeyê de tevdigere.

Her wiha koma “Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan” niha di nav çeteyên “Mertalê Firatê” de dixebite ku Tirkiyeyê wê wekî terorîst nabîne. Lê di wêneyan de diyar dibe ku “Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan” girêdayî El-Nusrayê ye û li herêmên Cerablus, Ezaz, Babê di bin banê “Mertalê Firatê ” de dixebite. IDLIB

Dikarî Biecibînî