Enternasyonalîstên cîhanê ji bo Ocalan dimeşin

Enternasyonalîstên cîhanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê dimeşin Strasboûrgê. Meşvan dê 5 rojan bi qasî 200 kîlometreyan bimeşin

Meşa dirêj a entenasyonalîstan a ber bi Strasboûrgê ve ji Almanya, Fransa, Amerîkaya Başûr, Îtalya, Portekîz, Belçîka û Hollandayê, bi beşdariya nêzî sed enternasyonalîstî dest pê kir. Meşvan dê 5 rojan bi qasî 200 kîlometreyî bimeşin. Rojane dê hewl bidin 40 kîlometreyî bimeşin û bi şev bêhnê vedin.

Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda û bi gelek zimanî dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Leyla” berz kirin. Meşvanan her wiha pankarta ji wêneyên Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê vekirin.

Meşvan li ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê li hev civiya û bi navê Înîsiyatîfa “Azadî ji Ocalan re” ya Strasboûrgê û berxwedêrên greva birçîbûnê belavokek bi sernavê “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin” hate xwendin.

Di belavokê de endamên Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya li Strasboûrgê ketine greva birçîbûnê, meşvan hatin silavkirin û wiha hat gotin; “Ji aliyê fizîkî ve em bi we re nebin jî dilê me yê bi ruhê berxwedanê bi we re lê dide.”

Her wiha di belavokê de ev tişt hat gotin: “Hêzên komploger ên navneteweyî dema ku 20 sal berê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, Rêber Apo weke astengiya herî mezin li hemberî xwe dîtin. Ji bo beralîkirina Rêbertî komplo kirin. Rêber Apo paradîgmaya azadiya nasnameyên civakî û gelên li Rojhilata Navîn hemûyan temsîl dike. Lewma komplo di heman demê de li dijî muxalif, hêzên demokratîk û azadîparêz ên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye kirin.”

Di dewama belavokê de hat ragihandin ku bi komploya navneteweyî re hat xwestin, ne tenê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd her wiha lêgerîna azadiyê ya gelan û şoreşa jinê were tasfiyekirin û ev tişt hat ragihandin: “Bi armanca şermezarkirina komployê, îsal ji 3 baskan ve ciwan, şoreşgerên enternasyonalîst, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên baweriyan meşa dirêj pêk tînin. Ev jî nîşan dide ku komploya navneteweyî di pratîkê de têk çûye.”

Di belavokê de hat destnîşankirin ku meşa dirêj beşek ji berxwedana grevên birçîbûnê ye û ev tişt hat parvekirin: “Ji tevahiya cîhanê re em dibêjin; Em ê tecrîdê parçe parçe bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin. Ev meş dewama meşa bê navber a 40 salan e. Meşa azadiya gelan e.” Piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşman meş dest pê kir.

Meşa dirêj a 6 rojan didome

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Mannheîmê yê Almanyayê meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Ji bo qonaxa duyemîn a meşê, dê meşvan rêyeke bi dehan kîlometreyan bimeşin. Qonaxa duyemîn a meşê li Hockenheîmê hat destpêkirin. Ciwan hedefa wan ew e ku di dawiya roja şeşan de bigihêjin Strasboûrgê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger pêşengiyê ji meşê re dikin. Meş bi dirûşmeya; ‘Dem hatiye, serî hilde, komployê parçe bike, Rêbertî azad bike’ didome. Armanca meşê ev e ku komploya li ser Ocalan were rakirin û piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê. Meşvanan li ser rêya xwe ya meşê derbarê armanca çalakiyê belavok belav kirin. Ciwanên meşvan hedefa wan a îro ev e ku 24 kîlometreyan bimeşin.

Kurdên li Îtalyayê dê 16’ê sibatê bimeşin

Her wiha kurdistaniyên li Îtalyayê dê salvegera 20’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar bikin. Meş dê 16’ê sibatê li Romayê pêk were. Meş ji aliyê saziyên kurdan û aktîvîstên îtalî ve tê organîzekirin û dê bi vê meşê tecrîdkirina Ocalan bê şermezarkirin. Her wiha dê berxwedêrên greva birçîbûnê werin silavkirin. Komîteya Kurdên li Romayê bang li gelê kurd û dostên wan kir ku di 16’ê sibatê de tev li meşê bibin. LUKSEMBÛRG / HOCKENHEÎM / ROMA