Ji ber peyva Kurdistanê doz li KKP û PAK’ê hat vekirin

Serdozgeriya Komerê ya Dadgeha Bilind ji ber peyva Kurdistanê derbarê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) de bi daxwaza girtinê doz vekir

Serdozgeriya Komerê ya Dadgeha Bilind bi îdiaya hin îfadeyên dij rêzname û bernameyên Qanûna Partiyên Siyasî û Makeqanûnê, bi daxwaza girtinê derbarê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Azadiyê ya Kurdistan (PAK) de ji ber peyva Kurdistanê, doz vekir.

Daxwaza girtinê ya serdozgeriyê dê di 13’yê sibatê de li Dadgeha Makezagonê bê nîqaşkirin.

Bi derxistan peyvê Kurdistan tune nabe

Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek li ser hesabê xwe ya twîtterê bertek nîşanî daxwaza girtinê ya serdozgeriyê da û ev tişt parve kir: “Serdozgeriya Komerê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina KKP’ê doz li Dadgeha Makezagonê vekiriye! Hincet bûyîna navê Kurdistanê ye! Lê belê em ne li fezayê li Kurdistanê dijîn û siyasetê dikin. Bi derxistina peyva Kurdistanê dê Kurdistanê tune bibe! Na!” AMED