Komploya 15’ê Sibatê li bakurê Sûriyeyê hat şermezarkirin

Navenda Nûçeyan

Bi boneya salvegera 20’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku komplo di şexsê Ocalan de li dijî gelê kurd û gelên herêmê hatiye kirin. Çalakvanan got ku dê komplo û tecrîdê hilweşînin

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserî bajar û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Qamişlo bi tevlêbûna gelek endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) çalakî hat lidaxistin. Her wiha li Şehba û Kobanê jî 15’ê Sibatê hat şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, îro bi tevlêbûna sedan endamên HPC-Jin ên Kantona Qamişloyê meşek hat lidarxistin. Di serî de çalakvan li çerxerêya taxa Qudûrbeg a Qamişloyê kom bûn û ber bi Çerxerêya Sonî ve meşiyan. Ji bo piştgiriya bi meşê re, şêniyên bajar jî deriyên dikanên xwe girtin. Parastina meşê ji hêla Hêzên Ewlekariya Giştî, Hawarî û polîsên trafîkê ve hate kirin.

Wêneyên Ocalan hildan

Di meşê de wêneyên Ocalan, Leyla Guven û alên HPC-Jinê hatin hildan. Di heman demê de çalakvanan pankartên bi nivîsên ‘Hêzên Parastina Jin dê pergala dagirkeriyê têk dibin’, ‘Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk misoger bikin’, ‘Em ê bi sekna Leyla Guven û ruhê Şêladizê komployê hilweşînin’ û ‘Sonda me; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ di meşê de hatin vekirin. Di dema meşê de çalakvanan bênavber dirûşmên ‘Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e’, ‘Bijî berxwedana li dijî tecrîdê’ ‘Bimirin dewletên komploger’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ berz kirin.

‘Êdî em bê serokê xwe nikarin bijîn’

Meş li Çerxerêya Sonî veguherî mîtîng ê. Di mîtîngê de endama Rêveberiya Giştî ya HPC-Jinê Hediye Ebdillah komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: “Dê vîna jinan tecrîda girankirî hilweşîne. Dewletên komploger ketin nav xewnekê û gotin bi dîlgirtina Rêber Apo em ê ruhê berxwedan û têkoşînê tune bikin. Rêber Apo bi fizîkî hatiye dîlgirtin lê fikrên wî niha li vir û hemû cîhanê belav bûne. Hûn nikarin fikra Rêber Apo dîl bigirin û roja me tarî bikin. Bi pêşengiya têkoşer Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê peyama ‘Êdî em bê serokê xwe nikarin bijîn’ dan. Em jî li vir piştgiriyê didin peyama çalakgeran û dibejin heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Jinên ku bi felsefeya Rêber Apo dijîn, dê tecrîdê bi dawî bikin.”

Endama HPC-Jin a ji pêkhateyên ereb Kevser Elî jî diyar kir ku fikrên Ocalan, ji hemû pêkhateyan jin li dora xwe kom kirine û dê nehêlin dewleta tirk bigihije armancên xwe. Mîtîng bi dirûşma ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.

Li Şehbayê çalakî

Bi heman boneyê li kantona Şehbayê jî bi tevlêbûna dehan endam û rêveberên Meclisa Kantona Şehbayê, partiyên siyasî û gelê herêmê li navçeya Fafînê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî ji hêla endama Komîteya Şopandinê ya Meclisa Kantona Şehbayê Fatma Xelo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat gotin ku hêzên komploger xwestin ku bi komploya 15`ê Sibatê vîna gelê berxwedêr têk bibin.

Komplo şermezar kirin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelên herêmê fikr û felsefeya Ocalan esas girtin û rêya azadiyê şopandiye. Daxuyanî wiha dom kir: “Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan, li dijî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ên azadî û demokrasîxwaz bû. Ev komplo hîn didome.
Qewimîninên niha li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî berdewamiya vê komployê ye. Bi tecrîdê jî dixwazin ku têkiliya di nabera laş û can de qut bikin. Em weke şêniyên kantona Şehbayê bi meclisên wê yên sivîl û partiyên siyasî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.” Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Ciwanan dest bi meşê kir

Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) jî bi dirûşma ‘Bi ruhê Arîn Mîrkan, em ê dîwarên Îmraliyê parçe bikin’  li dijî Komploya 15’ê Sibatê li Kobanê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Ciwanan wêneyên Ocalan û Guven hildan û ji Qada Jina Azad ber bi gundê El Pelorê ve dest bi meşê kirin. Meş didome.

Dikarî Biecibînî