Li girtîgehên Herêma Egeyê 332 caran mafên girtiyan binpê kirin

ÎHD’ê ya Îzmîrê diyar kir ku li Herêma Egeyê di sala 2018’an de li girtîgehan 332 binpêkirin hatin jiyîn û got ku ew dixwazin demildest şert û mercên girtiyan bên serarastkirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora derbarê binpêkirinên di sala 2018’an de li girtîgehên Herêma Egeyê hatin jiyîn de amadekiribû ji raya giştî re aşkera kir.

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Îzmîrê Nehîr Bîlece, rapora ku li ser Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûca, Girtîgeha Jinan û Tîpa T a Şakranê, Girtîgeha Tîpa T a Odenmîş, Tîpa T a Manîsa, Tîpa T a Akhîsarê, Tîpa T û R a Menemenê, Tîpa T û D a Denîzliyê, Tîpa E ya Aydinê, Tîpa M a Alaşehîr a Manîsayê, Tîpa L a Kepsût û Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye hatibû amadekirin xwend.

Bîlece diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê, ji 15’ê gulana 2018’an ve li girtîgehên Tirkiyeyê bi  giştî 246 hezar û 416 girtî û hikumxwar hene û da zanîn ku li gorî sala 2002’yan 4 qat hejmara girtiyan zêde bûye û wiha got: “Li gorî kapasîteya girtîgehên heyî, asta tijebûnê ji sedî 117 zêde bûye.  Hejmara zarokên girtî 3 hezar û 85 zêde bûye. Hejmara jinên girtî jî ji sedî 375 zêde bûye.”

Di axaftina xwe de Bîlece anî ziman ku bandora tecrîdê li ser hemû qadan heye û wiha domand: “Hevserokê KCD’ê  Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîdê, ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di çalakiya  greva birçîbûnê ya  bêdem û bêdorveger de ye. Divê tecrîd rabe û kiryaryên xirab bi dawî bibin.”

Bîlece da zanîn ku ew tabloya li girtîgehan heyî dibînin, weke parazvanên mafên mirovan van binpêkirinan qebûl nakin û her wiha got ku li gorî danayên ku wan berhev kirine di sala 2018’an de bi giştî li girtîgehan 332 binpêkirin hatine jiyîn. ÎZMÎR