AKP û MÎT perwerdeyê didin ciwan û melayên Yekgirtûya Îslamî

Navenda Nûçeyan

Yekgirtûya Îslamî ku sala derbasbûyê ji bo perwerdeya fikrên olî hejmareke meleyên başûrê Kurdistanê şandibû Tirkiyeyê, serê meha sibata îsal jî 22 ciwanên Kerkûkê şandin Tirkiyeyê. Ciwan û meleyên ku tên şandin li ser îdeolojiya Erdogan-AKP’ê tên perwerdekirin

Havîna sala derbasbûyî Yekgirtûya Îslamî ji bo perwerdeya di aliyê fikrên olî de hejmarek melayên başûrê Kurdistanê şand Tirkiyeyê. Serê meha sibata îsal jî carek din Yekgirtûya Îslamî 22 ciwanên Kerkûkê yên li navçeyên nakok ên di navbera Iraq û başûrê Kurdistanê de ji bo 9 rojan şandin Tirkiyeyê.

Rêxistina geşepêdan ya Yekgirtûya Îslamî çend wêneyên ciwanên Kerkûkê yên li navçeyên nakok ên di navbera Iraq û başûrê Kurdistanê de li Tirkiyeyê belav kirin. Her wiha di wêneyan de xuya dibe ku perwerdeya ciwanan li ser îdeolojiya partiya Erdogan – AKP’ê hatiye dayîn. Di wêneyan de ciwanan nîşaneya Rabîa ya Erdogan berz kirine û li ber alaya tirk wêne kişandine. Li aliyê din ciwanan serdana Zanîngeha Okanyan jî kiriye ku weke zanîngeke taybet a fikrên partiya Erdogan – AKP’ê hatiye avakirin.

Li aliyê din salên derbasbûyî Tirkiyeyê bi rêya Yekgirtûya Îslamî çend rêxistinên ku weke xêrxwazên Tirkiyeyê di bin fermana dezgeha sîxurî ya Tirkiyeyê (MÎT) de şandine herêma başûrê Kurdistanê ku li başûr karê sîxuriyê bikin.

Di heman demê de ev hewldanên Tirkiyeyê bi rêya Yekgirtûya Îslamî di demeke wisa de ye ku Tirkiye di bin çavdêriya MÎT’ê de ciwanên tirkmen ên Kerkûk, Telafer û Xurmatûyê birine Tirkiyeyê û perwerdeya leşkerî dide wan. Li aliyê din li Kerkûkê jî ji bo berjewendiyên siyaseta xwe hêzeke leşkerî ava kiriye.