Ji doza Çapxaneya Gunê 4 kes hatin berdan

Di doza darizandina xebatkarên Çapxaneya Gunê de, 4 kes hatin berdan

4’emîn danişîna doza xebatkarên Çapxaneya Gun a dewrî Fona Sîgorta Tasarruf a Mevdûatê (TMSF) hat kirin li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Xwediyê Îmtiyazê Kasim Zengîn jî di nav de 21 xebatkar tên darizandin. Danişîn li salona peşberî Girtîgeha Sîlîvrî hat dîtin. Xwediyê Îmtiyazê Kasim Zengîn, xebatkarên çapxaneyê Cemal Tunç, Erdogan Zamur, Îhsan Sînmîş, Îrfan Karaca, Mahmut Abay, Mehmet Emîn Sumelî, Musa Kaya û yên ne girtî beşdarî danişînê bûn.

Ugur Selman Kelekçîler, ji ber ku li Nexweşxaneya Nexweşiyên Ruh û Sînîr a Bakirkoyê tê dermankirin beşdarî danişînê nebû.

Ji ber ku şandeya dadgehê ne amade bû, şandeya demî beşdarî danişînê bû. Di danişîna dest pê kir de, parêzeran parastin kir û xwestin muwekîlên wan bên berdan. Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran ji bo Ugur Selman Kelekçîler, Musa Kaya, Mehmet Emîn Sumelî û Cemal Tunç biryara berdanê da. Şandeyê dadgehê danişîn taloqî 11’ê gulanê kir. STENBOL