aram

Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê

Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Nîmet Sevîm destnîşan kir ku bedêl çi dibe bila bibe dê berxwedana wan bi ser bikeve û wiha got: “Di vî warî de peywira herî girîng dikeve ser milê civaka Kurdistanê.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiyên greva birçîbûnê yên li Hewlêr, girtîgeh û bajarên Ewropayê jî didome. Yek ji çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê ya Strasboûrga Fransayê Nîmet Sevîm, di sala 2012’an di greva birçîbûnê ya li girtîgehan de jî cih girtibû.

Sevîm ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Sevîm diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2012’an jixweber derneketiye holê. Sevîm anî ziman ku ev yek piştî bi sedan siyasetmedarên kurd di sala 2009’an de bi operasyonên KCK’ê hatin girtin derketiye holê. Sevîm anî ziman ku tevgera siyasî ya kurd di hilbijartina herêmî ya 2009’an de bi ser ketibû û wiha got: “Ev serketin, serketina Rêber Apo bû. Paradîgmaya demokratîk, di pratîkê de derket holê. A rast bi operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK’ê de, xwestin vê pergala Rêber Apo asteng bikin û qirkirina çandî ya li Kurdistanê temam bikin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr hatin girtin. Bi pêkanînên ne kêmî yên 12’ê Îlonê re rû bi rû man. Careke din pêvajo hat xitimandin.”

‘2012 li hember komployê bersiva herî baş bû’

Sevîm bilêv kir ku di wê serdemê de siyasetmedarên kurd bi parastina zimanê zikmakî li ber xwe dan û ev yek bû sedema çêbûna zemîna grevên birçîbûnê yên 2012’an. Sevîm diyar kir ku parastina bi zimanî zikmakî hatiye astengkirin û bi hezaran kesî gotin “Em li vir in.” Sevîm wih domand: “Bi berxwedana zimanê zikmakî, ev rewş li tevahiya cîhanê hat teşhîrkirin. Li dijî pêkanînên hikûmeta faşîst û dewleta Tirkiyeyê, me di destpêka 2010’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev yek heta sala 2012’an 10 bi 10, 20 bi 20 dewam kir. Di raya giştî de daxwaza ji bo zimanê zikmakî daxwazeke rewa ye. Polîtîkayên dagirkeriyê yên Komara Tirkiyeyê deşîfre dikirin. Ev rewş li hemberî komploya navdewletî bersiva herî baş bû. Parastina bi zimanê zikmakî û azadiya Serok di heman cihî de digihîştin hev. Azadiya Serok, dihat wateya azadiya pergalê. Greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger bi 30 kesî dest pê kir û paşê veguherî berxwedaneke ku bi 10 hezaran kes tev lê bûn. Li girtîgehê nêz 9 hezar girtî hebûn. 9 hezar girtî bi hev re di roja 50’yî de tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn. Du daxwazên berxwedanê hebûn.”

‘Bi rojan av nehat dayîn’

Sevîm bal kişand ser pirsgirêkên di sala 2012’an de rû dan jî û wiha got: “Di navbera koma ewil û ya dudoyan de 10 roj hebûn. Koma duyem a li Sîlîvriyê ket greva birçîbûnê, li gorî koma ewil bêtir zehmetî kişandin. Çimkî, çawa hevalan dest bi berxwedanê kir wan xistin hucreyan. Bi rojan av nedan wan. Êdî heval nikaribûn av û xwê peyda bikin. Jixwe vîtamîna B1 nedihat dayîn. Tenê şekir û xwê digirtin. Ger em li benda şehadetê bûna, ne ji koma yekem, em ê ji koma duyem li bendê bûna. Her wiha hevalên me yên li girtîgehên Behra Reş bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin.”

‘Bi hevdîtinê re çalakî bi dawî bû’

Sevîm destnîşan kir ku wê demê civak zînde û dînamîk bû û ev tişt anî ziman: “Wê berxwedan di roja 60’î de veguheriya rojiya mirinê. Berî Rêber Apo bang bike, meclisê ji bo parastina bi zimanê zikmakî zemîneke qanûnî çêkir. Paşê ji nû ve hevdîtin bi Rêber Apo re hatin çêkirin. Bi banga Rêber Apo, çalakî di roja 68’an de bi dawî bû.”

‘Berxwedana li dijî pergala Îmraliyê’

Sevîm destnîşan kir ku niha jî ji bo heman daxwazan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine û wiha got: “Berxwedana 2012’an, di dîroka têkoşîna me ya zindanan de berxwedana sêyem bû. Ya ewil berxwedana 14’ê Tîrmehê ye, ya duyemîn berxwedana Serok e. Ev berxwedan jî bû xeleke girîn a têkoşîna li zindanan. Hêlên wê yên dişibin hev hene lê hêlên wê yên cuda jî hene. Lê dîsa jî daxwaza sereke azadiya Rêber Apo ye. Hêla vê berxwedanê ya herî girîng ew e ku bi hikûmeta AKP’ê û dewletê ne sînordarkirî ye. Li dijî hemû hêzên navdewletî yên pergala Îmraliyê ava kirin.”

‘Berxwedaneke di wesfê neteweyî de ye’

Sevîm destnîşan kir ku berxwedana wan, berxwedaneke di wesfê netewî de ye û wiha domand: “Berxwedaneke ku armanca wê têkşikandina tecrîdê û statuya civaka Kurdistanê ye. Her wiha li dijî ferasseta îxanetkar û tevkar a ji bo dagirkirina Kurdistanê ye. Bi hêleke xwe jî berxwedaneke li dijî hêzên navdewletî ye ku faşîzma tirk û dagirkirina herêmê xurt dike. Sedema ku li Strasborûgê berxwedan xurt e, ev e.”

‘Ger gel dengê xwe bilind bike wê berxwedêr bijîn’

Sevîm bi bîr xist ku di sala 2012’an de gel di roja 50’î ya çalakiyê de dengê xwe li dengê gel zêde kir û wiha got: “Ev moraleke pir baş bû. Beşdarbûyîna gel a çalakiyê, hemû şert û mercên neyînî yên li girtîgehan ji holê radike. Ger niha jî gel tev li berxwedanê bibe, bêdengiyê ji holê rake dê çalakger karibin bijîn. Tenê ne di warê fizîkî, dê di warê manewî de jî bide jiyîn.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Sevîm ev tişt gotin: “Wê ev berxwedan rê li ber azadiya Kurdistanê vebike. Bedêl çi dibe bila bibe, her ku berxwedan ber bi armanca xwe ve biçe dê bi ser bikeve. Dibe naveroka wê zorê bide berxwedanê lê belê dê encamên bi kêrî pêşketina azadiya pêşerojê bê.”

‘Berxwedan peywira hemû civakê ye’

Sevîm diyar kir ku îktîdar nahêle dengê çalakgerên greva birçîbûnê bigihê civakê û ev tişt anî ziman: “Wekî berê, divê niha jî ew dîwar bên rûxandin. Di vî warî de peywira herî girîng dikeve ser milê civaka Kurdistanê. Helbet, pewyir û berpirsiyarên di siyaseta demokratîk de li pêş in hene. Lê divê di vî warî de civak ne li benda bendewariyekê be. Armanca berxwedanê azadiya civakê ye. Loma divê civak xwedî li çalakiyê derkeve. Ev peywireke ehlaqî, mirovî û polîtîk e. Ger wisa bibe dê berxwedana hevalên me yên di girtîgehê de bi coş û moraleke mezin bigihê armanca xwe. Dê wê çaxê faşîzm bi paş ve gav bavêje.”

‘Em ji niha ve serketinê dibînin’

Sevîm destnîşan kir ku dê vîna civakê tecrîdê bişikîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em baş dizanin dê tecrîda li Îmraliyê nikaribe demeke dirêj li ber vê berxwedanê xwe ragire. Dê faşîzm birûxe û dê Rêber Apo azad bibe. Loma em dibêjin, em ji niha ve bi ser ketine. Em ji niha ve serketinê dibînin. Ev pir girîng e. Baweriyeke xurt li gelê me peyda bûye. Li hemû deverên ku bawerî û hêz lê şax girtiye, dê tirs û faşîzm bişikê.” STENBOL