aram

Nasir Yagiz: Divê em pêşî li poşmaniya sibê bigirin

 Nasir Yagiz ê 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku ji bo komkujiya Cizîrê û Mehmet Tunç poşmanî li me peyda bû û ew poşmanî hîn jî didome. Ji bo sibê hin poşmaniyên din jî peyda nebin, divê têkoşîn bê bilindkirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di roja 97’an de didome. Bi heman daxwazê li Hewlêrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya endamê Nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 84’an de didome. Yagiz ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û destnîşan kir ku daxwaza wî ew e ku êdî mirov nemirin û tecrîd bi dawî bibe.

Yagiz destnîşan kir ku çend roj berê ew nerihet bûye û wî rakirine nexweşxaneyê lê belê wî dîsa dev ji çalakiya xwe bernedaye û wiha got: “Bila kes min nefikire, ez ji bo her tiştî amade me. Ji bo min, tu daxwaziyeke min tune ye. Kêfxweş im ku ez ji bo vî gelê berxwedêr berpirsiyariya xwe pêk tînim û niha dijîm. Heta çalakiya min bi ser nekeve dê dewam bike. Ji roja min dest bi çalakiyê kiriye heta niha biryara min heman biryar e. Bi tu awayî baweriya min neqediyaye, bereksê wê bi serwextbûneke hîn bêtir çalakiya xwe didomînim.”

Yagiz bilêv kir ku bi saya têkoşînê hîn bêtir wî malbata xwe û dostên xwe nas kiriye û wiha got: “Bi taybetî jî silavên hemşeriyên min ên êlihî tên. Cihê kêfxweşiyê ye ku ev gel em texdîr dikin. Loma careke din dibêjim ji bo xwe doza tiştekî nakim.”

Min tedawîkirin qebûl nekir’

Yagiz diyar kir ku hem li ser medyaya civakî hem jî bi rêya telefonê gelek kes der barê tenduristiyê de pirsa wî dikin û ev tişt anî ziman: “Ger ji bo pêşeroja vê civakê, peywirek ketibe ser milê min, ez niha wê peywirê bi cih tînim. Di 1’ê sibatê de nerihet bûm, min rakirin nexweşxaneyê. Lê min tedawîkirin qebûl nekir. Ji bo xwe doza tiştekî nakim. Daxwaza min tenê daxwaza gelê min e. Bi saya vê daxwazê jî moralê min baş dibe. Tevî ev qas birçîbûnê jî ya min li ser piya dihêle felsefe û berxwedana 20 salan a Rêber Apo ye. Felsefeya wî, felesefeya jiyana bi hev re ye.”

Ruhê Zindana Amedê

Yagiz bilêv kir ku ew car carin bi hevseroka KCD’ê Leyla Guven û çalakgerên din re diaxive û ev tişt bilêv kir: “Wexta Leyla Guven hat berdan, em axivîn. Ji min re got ‘Te baş ji ruhê berxwedana zindana Amedê fêm kiriye. Loma careke din dibînim ku em ê bi ser bikevin.’ Ruhê têkoşîna ji Mazlum û Akîfan heta niha didome, em li ser piya dihêlin.”

Divê deng bilind bibe

Yagiz destnîşan kir ku gel xwedî li berxwedana wan derdikeve lê belê ev yek têr nake û wiha domand: “Bi hezaran mirov tên girtin û bi hezaran mirov dimirin. Lê divê em hînî tiştên wiha nebin û li dijî van pêkanînan deng derxînin. Divê li gorî dîroka Êlihê berxwedan rû bidin, divê gelê Amedê Leyla Guven bi tenê nehêle. Divê dakeve kuçeyan û bibêje Leyla Guven ne bi tenê ye.”

Yagiz anî ziman ku ger mirin çêbibe dê herkes poşman bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê binihêrin ji ber gelê me yên li jêrzemînên Cizîrê hat qetilkirin, ji bo Mehmet Tunç poşmanî li me hemûyan peyda bû û ew poşmanî hîn jî didome. Careke din dipirsim, ji bo çi me helw neda ku ew bijîn? Ji bo sibê hin poşmaniyên din jî peyda nebin, divê têkoşîn bê bilindkirin.” HEWLÊR

Dikarî Biecibînî