aram

‘Pêwîst e hikûmeta Başûr bersivê bide êrîşên dewleta tirk’

Çalakvanên civaka sivîl qala dagirkeriya dewleta tirk kirin û diyar kirin ku pêwîst e hikûmeta başûrê Kurdistanê bi fermî bersivê bide êrîşên dewleta tirk

Dewleta tirk bi salan e êrîşî herêma başûrê Kurdistanê dike. Herî dawî jî di meha çileyê de li herêma Şêladizê 6 welatiyên sivîl qetil kiribûn. Li ser plan û dagirkeriya dewleta tirk û nebûna yekitiyê di nava partiyên başûrê Kurdistanê de çalakvanên civaka sivîl ên bajarê Helebceyê ji Rojnewsêre axivîn.

Çalakvanê civaka sivîl Werzêr Cemal diyar kir ku di dîrokê de jî herdem dewleta tirk dijminatiya herî dijwar li dijî kurdan li herçar parçeyên Kurdistanê kiriye. Cemal da zanîn ku peyama desthilatiya dewleta tirk jî ew e ku nav û nasnameya gelê kurd tune bike.

Werzêr Cemal diyar kir ku pêwîst e hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistan û welatî bixwe parastina maf û daxwazên xwe bikin û wiha got: “Ji ber ku welatên ji derve siyaseta dilsoziyê ji bo kurdan nake. Lê dibe ku li ser bingeha berjewendiyên xwe siyasetê li gel kurdan bike. Ji bo ku em rastî zilm û sîtemkariya dewletên dagirker neyên, pêwîst e her çar parçeyên Kurdistanê yek deng be. Lê heta niha jî peyameke me nîne li hember zilma li ser neteweya kurd pêk tê.”

Li ser heman mijarê çalakvana mafê jinan Qumriye Mihemed jî wiha got: “Êrîşên dewleta tirk ne li gorî qanûn û destûrên civaka navneteweyî ye û li dijî qanûna gel û welatan e. Pêwîst e hikûmeta başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî bersiva derbaskirina sînor û bombebarana dewleta tirk bide. Ji ber ku nabe dewletek bêy ku guh bide qanûna navneteweyî sînorê weletekî din derbas bike.”

Qûmriye Mihemed diyar kir ku sedema êrîşên dewleta tirk ji  lewazbûna yekitiya neteweyî ya kurdan tê û wiha axivî: “Ji ber ku di nav me de yekdengî nîne û nearamiya di siyaseta başûrê Kurdistanê de heyî  wiha dike ku em li ber çavê welatê din lewaz bibin. Heta ev nearamî bi vî awayî berdewam bike em nikarin li pey mafên xwe jî bikevin. Pêwîst e partiyên başûrê Kurdistanê yekdeng û yekalî bin. Ji ber ku ev ezmûna kurdan a niha mezintir û bilintir bikin. Pêwîst e em li gorî aqilê welatên din tevnegerin. Bi îradeya xwe em mafên xwe biparêzin.” HELEBCE