PDK fermana dewleta tirk bi cih tîne!

 Asayîşa PDK’ê îro jî fermana dewleta tirk bi cih anî û li ser daxwaza dewleta tirk sê ciwanên kurd bi sedema tev li xwepêşandana Şêladizê bûne binçav kirin

Asayîşa Duhokê ya PDK’ê îro, ciwanê bi navê Ayîd Remzî Seydo li gel 2 kesên din yên navê wan nehat zanîn, bi sedema ku tev li xwepêşandana Şêladizê bûne binçavkirin. Her sê kesên ku hatin binçavkirin jî li bajaroka Siriyê ya Şêladizê ne. Nehat zanîn ku asayişa PDK’ê kesên ku binçav kirine birine kuderê.

23’yê çileyê balafirên şer yên tirk geliyê Reşawa û gundê Hêtûtê ya ser bi Şêladizê bombebaran kiribûn û di encamê de 4 welatiyên herêmê şehîd bûbûn û heya niha jî agahî ji 2 ciwanên ku li cihê bûyerêbûn jî ne hatiye girtin. Gelê Dêralokê roja 25’ê çileyê daxuyaniyeke girseyî ya nerazîbûnê dan û roja paştir jî welatiyên Şêladizê, Hêtûtê, Siriyê û Dêralok li hemberî komkujî û dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr bi ser baregaha leşkerî ya artêşa tirk de girtin. Di xwepêşandanê de zarokek 13 salî bi guleya leşkerên tirk hat qetilkirin û welatiyek bi temen jî ji ber dengê zêde yê balafirên şer canê xwe ji dest da.

Rêveberiya Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û rêveberiya PDK’ê soz dan rayedarên tirk ku hemû kesên li dijî hebûna baregehên tirk derketine ceza bike. Piştî van daxuyaniyan yekser pêla binçavkirinê ji Şêladizê heta Duhokê destpê kir û zêdeyî 80’ê kes hatin binçavkirin. Niha ji 80 kesan 18 kes hêj di girtîgehê de ne û tê gotin ku wê cezayê girtîgehê li wan were birîn. DUHOK

Dikarî Biecibînî