Leyla Guven: Berxwedan jiyan e hevalno

HDP’ê civîna xwe ya heftane li meclisê pêk anî. Leyla Guven jî peyameke bi vîdeo şand civînê û diyar kir ku berxwedan jiyan e û dê teqez çalakiya wan bi ser bikeve. Her wiha Sezaî Temellî jî got ku dê tu carî li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û dengê xwe hîn bêtir bilind bikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe ya heftane ya meclisê pêk anî. Di civîna Koma HDP’ê de hevserokê HDP’ê  Sezaî Temellî çalakiya greva birçibûnê û geşedanên hefteyê nirxandin. Beriya nirxandinê peyama bi vîdeo ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 97 roj in bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, ji civînê re şandibû hat temaşekirin.

Peyama Leyla Guven wiha ye: “Merheba ji we re hevalên hêja. Ez we hemûyan yek bi yek bi hezkirin û hesret silav dikim. A rast piştî berdanê me nekarî hevdu hembêz bikin. Bi rastî jî min bêriya we hemûyan kiriye. Lê weke ku hûn jî zanin em niha di nav berxwedaneke gelekî girîng de ne. Berxwedana me roj bi roj hinekî din deng vedide. Yên ku jinedîtîve tên jî aciz dike. Ji ber vê yekê çalakiya ku we duh li Stenbolê pêk anî gelekî watedar bû. Bi rastî jî we nîşan da ku şexsek ‘ne zilam’ e. Êdî şensê wî nîne ku bêje ‘Ez ê nehêlim ku filan tişt bê kirin’. Ji ber ku li dijî gefên hatin xwarin hûn li wir bûn û we li ber xwe dan. Ez ji dil we hemûyan maçî dikim. Ez bi bawer im ku ev berxwedan dê teqez bi ser bikeve. Di vê rêyê de bêguman dibe hinek bikevin, lê belê ya girîng serketina armancê ye. Di vê mijarê de ez bi we û gelê me piştrast im. Em ê teqez bi ser bikevin. Pê bawer im ku hûn ê di vî karî de bi ser bikevin û bi hezkirin we silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e hevalno!”

Çalakiya Guven dibe tirsa rejîma faşîst

Piştî peyama Guven, Sezaî Temellî axivî. Temellî di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ku li dijî tecrîdê pêk tên û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê Guven ev 97 roj in di grevê de ye û wiha got: “Em li vir soz didin Guven, teqez em ê bi ser bikevin. Leyla Guven rûpoşa rejîmê xistiye û nîşanî hemû cîhanê da ku bi tena serê xwe çawa dikare rejîma Erdogan hilweşîne. Her pariya ku Guven naxwe dibe tirsa rejîma faşîst.”

Temellî di heman demê de bal kişand ser çalakiyên li zindanan jî û wiha domand: “Hevrêyên me yên Strasboûrgê 58 roj in di grevê de ne, Selma Irmak û Sabahat Tuncel 28 roj in di grevê de ne. Ji me re dibêjin bêdeng nemînin bes e. Em bêdeng namînin. Em dê bêtir dengê xwe bilind bikin. Dibêjin ji tecrîda Îmraliyê ku dibe sedema tecrîda hemû welat bêdeng nemînin. Em soz didin heta ku em tecrîdê bişikînin dê bêtir bang bikin. Li vî welatî hemû kesên ji aştî, demokrasî û azadiyê bawer in divê dengê xwe tev li dengê çalakgerên greva birçîbûnê bikin.”

Buhayên îsot û firingiyan bi buhayên guleyan aşkera dikin

Di axaftina xwe de Temellî daxuyaniya Erdogan rexne kir û wiha pê de çû: “Erdogan li beramberî buhayê îsot û bacanan ji gel dipirse ‘Guleyek bi çiqas pere ye?’. Çandinî û sewalkariyê îflas kirine. Polîtikayên neolîberal welat aniye înflasê. Ger îro we bi budce li şûna şer ji gel re veqetandibûya, îro ev pirsgirêk dernediket. Ger ku we ev lêçûna şer ji çotkar û rençberan re veqetandibûya îro Tirkiye dê ne di vî halî de bûya. Wekî Cemal Sureya jî gotiye îro di bin hemû peyvên siyasetmedarên îktîdarê de xwîn, şer û gule heye. Îro buhayê îsot û firingiyan bi buhayê guleyan aşkera dike.”

‘Teqez em ê bi ser bikevin’

Her wiha Temellî bal kişand ser hilbijartina herêmî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di 31’ê adarê de careke din bi hev re biçin ser sindoqan û em bi hev re vî welatî ji şermê rizgar bikin. Ew çi bikin bila bikin, em dê bi ser bikevin, teqez bi ser bikevin. Di 31’ê adarê de di navbera demokrasî û şer de, di navbera tecrîd û azadiyê de em ê hilbijartinekê bikin. Leyla Guven dê bi ser bikeve. Karker, gel, jin û kedkar dê bi ser bikevin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî