Kesên qeydên sexte derxistin holê hatin binçavkirin

Li Sêrtê di encama serdegitina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Hat aşkerakirin ku ji sê kesên hatin binçavkirin du jê rêveberên HDP’ê yên ku nêzî 12 hezar qeydên hilbijêran ên sexte derxistine holê Cemal Turan û Eşref Tekîn in

Polîsên tirk li taxên navendî yên Sêrtê, bi ser malan de girtin. Di encma serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin Cema Turan û Eşref Tekîn rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne û kesê din jî navê wî nehat zanîn.

Derket holê ku Cemal Turan û Eşref Tekîn ên HDP’î yên hatin binçavkirin, nêzî 12 hezar qeydên hilbijêran ên sexte û qeydên 6 hezar û 488 hilbijêran ên hatine jêbirin derxistine holê. SÊRT

Dikarî Biecibînî