Li Sûriyeyê dawiya “Xîlafeta” DAIŞ’ê tê

Yek ji fermandarên HSD’ê ragihand ku şervanên wan çeteyên DAIŞ’ê di çargoşeya 1 km’yî de dorpêç kirine

Li eniya Baxozê ku cihê herî dawî yê DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, şerekî giran rû dide. Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên HSD’ê îro piştî nîvro hejmareke mezin ji sivîlên herêmê rizgar kirine û şerê giran di van kêliyan de di navbera şervanên HSD û çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Baxozê rû dide.

Yek ji fermandarên HSD’ê ku qonaxa Şerê Tunekirina Terorê bi rê ve dibe, Ednan Efrîn teqez kir ku çeteyên DAIŞ’ê niha tenê di çargoşeya 1 km’yî de asê mane û hatine dorpêçkirin. Efrîn  anî ziman ku ev cihê ku niha di destê DAIŞ’ê de maye, li wir tenê çete û malbatên wan hene û sivîl li wir nemane. DÊRAZOR

Dikarî Biecibînî