Kujerê 33 ciwanan beraeta xwe xwest!

Ji ber ku bersûcê doza Komkujiya Pirsûsê, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, rastî bertekên malbatên mexdûr hat. Bersûc di dozê de beraeta xwe xwest

8’emîn danişîna doza kuştina 34 ciwanên sosyalîst ên Navenda Çandê ya Amara ya Rihayê di teqîna di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hat de jiyana xwe ji dest dan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya li salona dadgehê ya Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hat dîtin. Malbatên kesên jiyana xwe di komkujiyê ji dest dan, Gaziyên Pirsûsê, Parlementerên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn, rêveberên partiyê, Baroyên Riha û Amedê, Endamê MYK’a ESP’ê Denîz Aktaş û nûnerê Partiya Antî-Kapîtalîst a Fransayê tev li danişînê bûn. Berî danişînê leşkeran salona dadgehê dorpêç kir.

Tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn li girtîgeha lê dimîne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Piştî danasîna nasnameyan, danişînê dest pê kir û bavê Ugur Ozkan ê jiyana xwe ji dest da Mehmet Ozkan parastin kir. Bav Mehmet Ozkan, bang li bersûc Yakûp Şahîn kir û wiha got: “Te xizmeta çi kir ku ev komkujî pêk anî? Tu bi kar anîn û dûre avêtin girtîgehê. Dê te xelas bikin. Ji ber vê êdî biaxive, ev komkujî kê bi te kir?”

Piştre Yasîn Can ê di komkujiyê de birîndar bû jî parastin kir û wiha axivî: “Ji me re bêjin. Ger ev komkujî dewletê kiribe, em dixwazin bizanibin. Ger nekiribe jî wê demê kê ev komkujî pêk anî. Êdî em berpirsan bidarizînin.”

‘Çima ew qatil ne  li vir e?’

Keça Îsmet Şeker ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Kaya jî bertek nîşanî heyeta dadgehê da û wiha got: “Min pitika xwe ya 7 mehî hişt û hatim. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?”

Yek ji Gaziyên Pirsûsê Çagla Seven jî wiha xîtabî heyeta dadgehê kir: “Ez bijîşkek ciwan im û 32 caran hatim emeliyatkirin. Hûn karê xwe li gorî tê xwestin nakin. Ger ev dosya bi vî awayêî biqede, gelo hûn ê çawa karibin bi vê êşê bijîn?”

Serokê Baroya Rihayê Parêzer Abdullah Oncel li ser navê parêzerên malbatên mexdûr parastin kir û wiha got: “Abdullah Omer Arslan ê di dozê de weke şahid hat guhdarkirin, me xwestibû  ku weke bersûc jî bê guhdarkirin. Lê bi Arslan re lêpirsînek bi bandor nehat kirin.”

Bersûc: Beraeta xwe dixwazim

Piştî parastina parêzaran tekane bersûcê komkujiyê Yakûp Şahîn jî parastin kir  û  wiha got: “Tiştekê ku bêjim tune ye. Lê parêzerên li vê derê, dixwazin van mirovên pîr û kal bikin dijminê min. Bes tiştek nakeve destê wan. Ger min tiştek kiribe, cezayê min bidin min. Tu eleqeya min bi bûyerê re tune ye. Ez beraeta xwe dixwazim.”

Heyeta dadgehê piştî navberek kurt, daxwaza parêzeran a hatina hevjîna Îlhamî Balî Hulya Balî ya ji Sûriyeyê bo Tirkiyeyê bê lêkolînkirin qebûl kir û danişîn taloqî 9’ê gulanê kir.

Malbatên Pirsûsê û Wekîlên HDP’ê piştî danişînê xwestin li ber dadgehê daxuyanî bidin çapemeniyê lê destûr nehat dayîn. Parlementer Omer Ocalan bertek nîşanî leşkeran dan û bal kişand ser girîngeiya azadiya raman. RIHA

Dikarî Biecibînî