Jina rojhilatî ji ber hejariyê xwe û du zarokên xwe kuştin

Navenda Nûçeyan

Li rojhilatê Kurdistanê jinekê ji ber hejariyê xwe û du zarokên xwe kuştin

Li gorî nûçeyeke Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê roja yekşema borî jina bi navê Zara Rehmetî  ya xelkê gundê Cixacanelî ya ser bi Kirmanşanê ya girêdayî rojhilatê Kurdistanê ye piştî du zarokên xwe kuştin, dawî li jiyana xwe jî aniye.

Li gorî heman çavkaniyê, ew jin di destpêkê de du zarokên xwe yê bi navê Elîreza Mihemedî ku temenê wî 6 e û Emîrebas Mihemedî ku temenê wî 3 ye dikuje û piştre dawî li jiyana xwe tîne.

Li gorî nûçeyê hat gotin ku jina rojhilatî ji ber hejarî û pirsgirêkên din ku nehatine aşkerakirin, dawî li jiyana xwe û du zarokên xwe aniye.

Dikarî Biecibînî