Piştî grevên birçîbûnê zext zêde bûn

Ege-TUHAYDER têkildarî zextên li ser girtiyan û girtîgehên herêmê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku piştî destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê zextên li ser girtiyan zêde bûne

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE- TUHAYDER) bi armanca balê bikişîne ser zextên li ser girtiyan, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê komeleyê hevseroka komeleyê Selma Altan axivî.

Altan diyar kir ku girtiyên siyasî rastî hemû pêkanînên dijmirov hatine û wiha got: “Piştî tifaqa AKP-MHP’ê hat avakirin, pêl bi pêl rejîma faşîzmê bilind dibe. Hem li hundir hem jî li derve zext zêde bûne. Niha li girtîgehan zêdeyî 250 hezar girtiyên siyasî hene. Tu sûcê wan tuneye û rastî zext û binpêkirinên mafan tên. Xizmên girtiyan di nava hezar zor û zahmetiyan de diçin serdana zarokên xwe yên girtî. Girtî ji bajarê xwe sirgûnî bajarê herî dûr tên kirin. Her wiha li girtÎgehan piştî destpêkirina çalakiyên greva birçîbûnê îşkenceyên nayên aqilan destpêkirine. Girtî di girtîgehê de rastî cezayekî din tên. Pirtûkên wan bi sînor dikin. Li girtîgehan hêj OHAL didome. Li gelek girtigehan radyoyên wan ji wan girtine. Têkiliya wan a bi derve re qut kirine.”

Li girtîgehên Egeyê 55 girtî di grevê de ne

Her wiha Altan anî ziman ku mafê girtiyan ên tenduristî, hiqûqî û mirovî tên binpêkirin û wiha bi dawî li axaftina xwe anî: “Sewqên girtiyan bi pirsgirêk in. Zorê li girtiyan dikin ku kelepçe li destê wan bidin. Girtiyên ku kelepçe qebûl nakin nayên dermankirin. Girti di bin îşkenceyê de ne. Demek dirêj e jimêra ser pêyan li wan ferz dikin. Li girtîgehên nû zext zêde dibin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin zext û tecrîda giran de dijî. Li dijî vê tecrîdê hevseroka KCD’ê Leyla Guven 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Zedeyî 51 jin bi giştî 281 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li herêma me 55 girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji ber vê em bang li her kesî dikin ku bi hestiyarî tev bigerin. Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklar a Bûcayê Kenan Avci sewqî Boluyê kirin. Îbrahim Yagiz sewqî Kirikkaleyê kirine. Mazhar Guler jî sewqî Edeneyê kirine. Ev girtî ji berk u komkirina pirtûk û radyo îtîraz kirin hatin sewqkirin. Ahmet Çelîk ku ev 2 meh in ji bo nexweşxaneyê ji Tarsûsê anîn Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, hêj dernexistine pêşberî bijîşk.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî