Ciwanên êzidî li dijî komployê meşiyan

Bi diruşma ‘Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ bi sedan ciwanên êzidî yên li Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya navnewletî meşiyan

Bi sedan ciwanên êzidî yên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şeremzarkirina komploya navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ meşek li dar xistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekitiya Xwendekaran beşdarî meşê bûn.

Meş li ser rêya sereke ya di navbera gundê Babinêsê û Til Şiîrê de ya kantona Şehbayê dest pê kir. Ciwanan piştî ku li nava kolanên gund geriyan li Stada gundê Babinsê rawestiyan. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endama Komîteya Ciwanan a Yekitiya Êzidiyan Evîn Marko daxuyanî xwend.

Marko anî ziman ku dewleta tirk ji nîsana 2015’an ve destûr nade ku parêzer û malbat biçin serdana Ocalan û wiha got: “Tecrîda li Rêbertî hatiye ferzkirin rastî nerazîbûna gelê kurd tê, ji ber vê yekê li her deverê çalakî tên lidarxistin. Herî dawî greva biçîbûnê ya têkoşer Leyla Guven û hevalên wê yên di girtîgehên faşîst a Tirkiyeyê de îsbata vê yekê ye.”

Di daxuyaniyê de Marko teqez kir ku êzidî bi saya fikrên Ocalan ji hewldanên qirkirinê hatine rizgarkirin û wiha bi dawî kir: “Bi navê Komîteya Yekitiya Êzidî ya Efrînê tecrîda li dijî Rêberê xwe şermezar dikin û piştgiriya xwe bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ev 97 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Her wiha soz didin şehîdan, Rêbertî û hemû çalakgerên greva birçîbûnê, em ê çalakiyên xwe heta azadiya Rêbertî û Efrînê berdewam bikin.” ŞEHBA

Dikarî Biecibînî