KE: Welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye

Navenda Nûçeyan

Li ser azadiya çapemeniyê Konseya Ewropayê rapora xwe aşkera kir û diyar kir ku li hin welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne 130 rojnameger girtî ne û ji wan 110 rojnameger li Tirkiyeyê ne

Li ser azadiya çapemeniyê Konseya Ewropayê rapora xwe ya ku bi hin saziyên navneteweyî re amadekiribû, aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye û hat gotin ku li Tirkiyeyê zextên awarte yên li hemberî rojnamegeran ji sala 2018’an ve didomin.

Li gorî raporê ji sala 2018’an ve li hin welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne 130 rojnameger di girtîgehê de ne û ji wan110 rojnameger li Tirkiyeyê girtîne û wiha hat gotin: “Tevî rakirina rewşa awarte ya ji tîrmeha 2018’an ve, Tirkiye welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne. Ji aliyê azadiya îfade û çapemeniyê de li cîhanê yek ji welatên herî paşmayî ye.”

Di heman demê de Konseya Ewropayê di rapora xwe de destnîşan kir ku dayîna hucreya yekkesî ya ji bo rojnamegeran jî yek ji pirsgirêkan e û diyar kir ku di mînaka rojnameger Nedîm Turfent de jî hatiye dîtin ku îfadeya di bin îşkenceyê de wek delîl pêşkeşî dadgehê tên kirin.

Konseya Ewropayê di rapora xwe de bal kişand ser azadiya çapemeniya li welatên Ewropayê jî û diyar kir ku li Ewropayê çapemeniya azad ji roja bidawîbûna Şerê Sar qet evqas lawaz nebûye û destnîşan kir ku li parzemînan de azadiya çapemeniyê paşve çûye, êrîşên li hemberî rojnamegeran zêde bûne û cînayetên rojnamegeran bê ceza mane.

Her wiha Tirkiye di vê mijarê de ji 4 welatan bû yek welatê ku di vê beşê de bê destgirtin û nirxandin.

Ji aliyê din ve hêjayî bibîrxistinê ye 2 meh berê serşêwirmenda serokomarê tirk Gulnur Aybet di bernama Hard Talk a BBC’î de îdia kiribû ku li girtîgehên Tirkiyeyê yek rojnamegerên ku ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê hatine girtin, tune ye.

Dikarî Biecibînî