Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin

 Li Stenbolê di serdegirtina malan de rojnameger Melîke Ceyhan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê di saetên şevê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de rojnameger Melîke Ceyhan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê û navên kesên binçavkirî nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. STENBOL