aram

Berxwedana Leyla Guven di roja 99’emîn de didome

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye ket roja 99’emîn

Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest pê kiriye li Amed, Hewler, Fransa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 99 roj in di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 86’emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 60’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 61’emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  AMED