aram

Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin

Li gelek bajarên herêmê polîsan bi ser dehan malan de girt û bi dehan kes binçav kir.  Li navenda Agirî û li navçeyên wê Bazîd, Panos, Dutax, Giyadîn, Avkevir, Xamûr û Eleşkîrtê polîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girt. Li navenda Agirî û navçeyên wê 55 kes di serdegirtinên malan de bi hincetên parvekirinên medyaya civakî, beşdariya merasîmên cenaze û daxuyaniyên çapemeniyê de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku biryara nepen danîne ser dosyaya 55 kesan û li miduriyetên polîsan a navend û navçeyan tên ragirtin. Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan jî duh li Agiriyê hatibû binçavkirin û li miduriyeta polîsan tê ragirtin. Tê payîn Karaaslan û 55 kesên din sibê derxin dozgeriyê.

Li Îdirê 10 kes hatin binçavkirin

Li Îdirê jî polîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girt û ji 12 kesên lêgerîna wan hebû 10 kes binçav kirin. Hat zanîn ku 10 kes bi hinceta îxbara li 155’yê hatiye kirin hatine binçavkirin. Navên hin binçavkiriyan wiha ne: Erol Kizilay, Murat Eker, Mahmut Kalkan, Şerafettîn Kizilay, Adem Açilan, Ruhat Karadenîz û Ferhat Taşdemîr.

Li Erdîşê 7 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan malên welatiyan serûbin kirin û 7 kes binçav kirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Abdurrahman Fîdan, Şîrîn Sakur, Muhtîlla Dag, Bulent Zîlanli, Harun Yildiz, Eda Umaç û Seyîthan Telek.

L Amedê jî binçavkirin hene

Li navenda Amedê jî vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de gelek welatî hatin binçavkirin. Tê gotin ku operasyon bi hinceta parvekirinên medyaya civakî pêk hatiye. Kesên binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. AMED