aram

Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdayên “Li dijî polîsan derketiye” û “Birîndarkirina bi qestî ya hêsan” der barê parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de lêpirsîn da destpêkirin

Parlamenterên HDP’ê li Wanê duh xwestin ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bimeşin Amedê lê bi astengiya polîsan re rûbirû man. Yek ji van parlamenteran jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bû.  Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdayên “Li dijî polîsan derketiye” û “Birîndarkirina bi qestî ya hêsan” der barê Aydenîz de ji ber di kêliya mudaxeleyê de milê polîsek gez kiriye lêpirsîn da destpêkirin. WAN

Dikarî Biecibînî