aram

Çalakgerên meşa dirêj 105 kîlometre meşiyan

Meşvanên Basel-Strasboûrgê bi coşeke mezin dest bi meşa xwe ya di roja 6’emîn de kirin

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin, ji Baselê heta Strasboûrgê meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meş di roja 6’emîn de didome.

Meşa îro li bajarê Selestadê yê Fransayê hat destpêkirin. Meşvan bi dirûşma ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Bijî berxwedêrên zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ dimeşin.

Di meşê de li bajarên ku meşvan jê derbas dibin, belavok tên belavkirin û kurdên li van bajaran jî piştgiriyê didin meşvanan. Çalakger di 5 rojan de 105 kîlometre meşiyan. Dê îro jî 26 kîlometreyan bimeşin û dê bigihêjin bajarê Ersteîn ê Fransayê. Bi nêzbûna Strasboûrgê re, coşa meşvanan jî zêde dibe. SELESTAD