Rojnameger Temel hat tahliyekirin

Danişîna nûçegihanên ETHA’yê Îsmînaz Temel û Hava Cuştan jî di nav de 23 kesên dihatin darizandin hat dîtin. Dadgehê Îsmînaz Temel tahliye kir

Danişîna doza  nûçegihanên ETHA’yê Îsmînaz Temel û Hava Cuştan û parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) jî di nav de 23 kesên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de parêzer û miwekîlên xwe parastinê kirin. Piştî parastin û nirxandinên dadgehê, heyeta dadgehê biryara berdana rojnameger Îsmînaz Temel da û doz taloqî 24’ê nîsanê kir. STENBOL