aram

Polîsan bi barîyeran mala Guven dorpêç kir

Mala hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi hinceta dê sibê li ber malê çalakî bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat dorpêçkirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a  hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 99’emîn de didome. Bi boneya xwedîderketina Guven dê HDP sibê bi dirûşma ‘Di Roja 100’emîn De Ber Bi Leylayê Ve, Em Tecrîdê Bişikînin’ li ber mala Guven a li taxa Bagcilara navçeya Rezana Amedê çalakî li dar bixe. Ji 15 bajaran ev du roj in ber bi Amedê ve meş tên lidarxistin. Astengiyên çalakiyên meşan jî didomin.

Meşên ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlig, Dîlok û Rihayê hatin destpêkirin dê sibê saet di 12.00’an de li ber mala Guven bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibin.

Lê ji ber daxuyaniya ku dê sibê li ber mala Guven bê dayîn, polîsan bi bariyeran kolanên derdora mala Guven dorpêç kirin û sîteya malê jî bi bariyeran girtin. AMED