aram

‘Roja Reş’ li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin

Navenda Nûçeyan

Bi armanca şermezarkirina salvegera 20’emîn Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan

Bi armanca salvegera 20’emîn Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û ji aliyê gelê kurd ve wek ‘Roja Reş’ tê pênasekirin, bi hezaran şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê daqetin qadan û komployê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarên Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Kobanê, Dêrik, Çilaxa, Amûdê, Tirbespiyê, Şehba û Efrînê daqetin qadan û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku heta azadiya Ocalan û jiyana azad dê li dora Serokê xwe bibin xelek û her tim li ser pêyan bin.

Her wiha şêniyên herêmê çalakiya greva birçîbûna ya bêdem û bêdorver a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin û hemû çalakvanên grevê silav kirin û bi dirûşman piştgiriya xwe anîn ziman.

Dikarî Biecibînî