HSD: Çete di qadeke biçûk de hatine dorpêçkirin

HSD’ê têkildarî qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê di çargoyeşeke 60-700 metreyî de hatine dorpêçkirin

Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê têkildarî qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de fermandarê pêngavê Çiya Firat û fermandarên din ên HSD’ê amade bûn.

Daxuyanî li navenda Heqil Omer a Dêrazorê ji hêla fermandar Çiya Firat ve hat xwendin. Çiya Firat da zanîn ku hêzên wan li Baxoza Jorîn çeteyên DAIŞ’ê xistine dorpêçê û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ’ê tenê di 600-700 metre çargoşeyî de maye. Sedema pêşdeçûn giran ew e ku çete sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin. Em ji ber parastina sivîlan hêdî hêdî pêş de diçin.” DÊRAZOR

Dikarî Biecibînî