‘24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windayan pirsîn û gotin ku heta dîtina windayan û kujeran dê dev jê çalakiyên xwe bernedin

Dayikên Şemiyê di hefteya 725’emîn de ji bo aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. Lê polîsan carek din ji Dayikên Şemiyê re bûn asteng û destûr nedan çalakiyê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ridvan Karakoç ê di sala 1994’an de di binçavan de hat windakirin û pişt re cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hat dîtin pirsîn û bi bîr anîn.

Daxuyaniya vê hefteyê keça Fehmî Tosun ê di 1995’an de hat windakirin, Besna Tosun xwend.

Tosun diyar kir ku ew li pey têkoşîna Dayika Şemiyê Asiye Karakoç a 3 sal berê ji nava wan koç kir, têdikoşin û wiha got: “Ji bo Ridvan û hemû windahiyên xwe em edaletê dixwazin. Tevê ku kujerên Ridvan Karakoç tên zanîn jî lê kujer bi faîltiya nediyar hatin parastin. Lê em li vir carek din dibêjin ku em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û li aqûbeta windayan bipirsin. Em ê dest ji Galatasarayê jî bernedin.”

Piştî Tosun, birayê Karakoç Hasan Karakoç destnîşan kir ku 24 sal in ew li dijî bêedaletiyê têdikoşin û da zanîn ku ne 24 sal heke 24 salên din jî bi ser derbas bibe jî dê dest ji têkoşîna xwe ya pirsîna aqûbeta windahiyên xwe bernedin.

ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê jî bi boneya winda bên dîtin, girtiyên nexweş bên berdan, ligel xizmên windayan û malbaten girtiyan di hefteya 469’emîn de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli, daxuyaniya vê heftê xwend û aqûbeta Mûrat Yildiz ê Şaxa Asayîşa Ozkanlar a li navçeya Bornova ya Îzmîrê di 23’yê Sibata 1995’an de winda kirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsî.

Canli diyar kir ku ev 24 sal in li qadan aqûbeta Yildiz dipirsin û got ku heta dîtina windahiyên xwe û darizandina kujeran dê lêgerina xwe berdewam bikin.

Polîsan destûr neda Tekdag bê emeliyatkirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 523’an de aqûbeta Mehmet Tekdag pirsîn.

Di çalakiyê de rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin diyar kir ku ji bo kujer bên darizandin û kesên bi zorê hatine windakirin bên dîtin bi salan e têdikoşin û wiha got: “Ji bo êşa civakê bi salan e li ser hev qat bi qat kom bûye, bi dawî bibe divê heqîqat derkeve holê. Ji bo vê yekê ji dive Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin.”

Her wiha xwişka Tekdag Îffet Tekdag jî bal kişand ser rewşa birayê xwe û anî ziman ku di sala 1993’yan de birayê wê Mehmet Tekdag dema serê sibê ji bo biçe kar ji malê derket, rastî êrîşa çekdarî hat û dema rakirin nexweşxaneyê ji ber ku polîsan destûr neda emeliyat bibe jiyana xwe ji dest da û got ku ger polîs nebûna asteng dê îro birayê wê bijiya.

Li Êlihê jî çalakî

Ji aliyê din ve bi heman armancî li Êlihê jî Xizmên Windayan û ÎHD’ê di hefteya 429’an de li şaxa ÎHD’ê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyêde aqûbeta nûnerê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay ê di Tîrmeha 1992’yan de rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da pirsîn.

STENBOL / AMED / ÊLIH / ÎZMÎR