aram

Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê dene, diyar kirin ku ew ji ber di çalakiya li dijî tecrîdê dene pir kêfxweş in û gotin: “Moralê me bilind e. Divê hemû kesên dibêjin ez hiqûqnas, azadîxwaz û demokrat im, ji bo vê pêvajoya xurt bibin deng.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de destpê kir, di roja 103’yemîn deye. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi sedan girtiyên siyasî jî berdewam dike.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, diyar kirin ku ger tecrîd ranebe dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikin. Suleyman Saydan ê di sala 1994’an li navçeya Berwarî ya Sêrtê hat dinê, 4 sal in girtî ye. Saydan diyar kir ku di 28’ê manûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Saydan da zanîn ku ew berê jî 21 rojan ketibû greva birçîbûnê û wiha axivî: “Ji roja ku min dest bi greva birçîbûnê kir û heya niha, ez tu carî evqas kêfxweş û aram nebûbûm. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi pêşengiya Leyla Guven me dest bi greva birçîbûnê kir. Ev jî kêfxweşiyek mezin di min de da ava kir.  Heta ku tecrîd rabe, hevdîtên bi parêzer û malbatan li gorî rêbazên hiqûqî pêk werin ezê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim. Ez bang li hemû kesên dibêjin ez hiqûqnas, azadîxwaz û demokrat im dikim ku deng bidin vê pêvajoyê ku dengê me bilind bibe û bê bihîstin.”

‘Ez bi moral û kêfxweş im’

Ercan Gokçe yê ji 28’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ye, di sala 1988’an li navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dine. Gokçe ji 26’ê adara 2018’an ve girtiye û 3 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Gokçe anî ziman ku ew tu caran neketiye greva birçîbûnê û wiha axivî: “Ez bi moral û kêfxweş im. Ji ber ku di nava pêvajoyek wiha de cih digirim, pir kêfxweş im. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tu aliyên wê yên hiqûqî û exlaqî tuneye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ji holê rabe, ez ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînim. Ez dixwazim layîqî gelê xwe bim. Ez silav, hezkirin û rêzdariyên xwe ji hemû kesên bi hestiyar re rê dikim.”

Divê raya giştî hîn zêdetir bi hestiyar tevbigere

Memet Kiliç ê ji 28’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ye jî ji 19’ê adara 2018’an ve girtiye, 3 sal û 2 meh cezayê girtîhê lê hatiye birîn. Kiliç, da zanîn ku ew di sala 2013’an de jî 21 rojan ketiye greva birçîbûnê û wiha bilêv kir: “Ez xwe pir baş hîs dikim. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi awayekî bêhiqûqî nezî vîna bi milyonan mirov dibin. Li dijî vê bêhiqûqiyê ez ketim greva birçîbûnê. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, ez dest ji çalakiya xwe  ya greva birçîbûnê bernadim. Ez bang dikim ku raya giştî hîn zêdetir bi hestiyar tevbigere.” BÛRSA