aram

Girtî: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya wan a greva birçîbûnê dewam bike û wiha gotin: “Divê gelê me êdî dev ji vê bêdengiyê berde û bedêlên di vê rêyê de hatine dayîn ji bîr neke.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê da destpêkirin, di roja 104’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger ji 16’ê kanûna 2018’an ve didome. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne, destnîşan kirin heta ku tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya wan dewam bike.

Sînan Gokçe ku ji 16’ê çileya 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku cara ewil û ew ketiye greveke birçîbûnê. Gokçe anî ziman ku tecrîd sûc e û wiha got: “Di hiqûqê de herkes wekhev e. Ger tecrîd bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin, ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim. Mirov bi aştiyê dikarin bi hev re bijîn.”

Cihgirtina di vê pêvajoyê de

Mehmet Yalçinkaya ku ji 28’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de, ji ber berpirsiyariya xwe bi cih tînim wijdanê min rihet e û pir kêfxweş im. Coşa û nêzîkatiya gelê me û piştgiriya hevalan, min baştir dike û moralê min xurtir dikin. Cihgirtina di vê pêvajoyê de ji bo min cihê hebûneke nû ye.” Yalçinkaya bi bîr xist ku Leyla Guven çalakiyeke dîrokî daye destpêkirin û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tenê di dest wan de berxwedan maye û wiha got: “Pêşenga vê pêvajoyê jî Leyla Guven e. Afirînerê jiyana azad Serok e. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, ez jî tev li greva birçîbûnê bûm. Ji ber jiyaneke bêyî Rêber qebûl nakim, min di vê pêvajoyê de cih girt.”

‘Ger canek me hebe bila ew jî fedayê gelê me be’

Yalçinkaya anî ziman ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê çalakiya wan dewam bike û wiha got: “Ev pêk bên ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim. Li her derê cîhanê, di dîroka hemû neteweyan de têkoşînên ji bo hebûnê çêbûne û divê em jî xwedî li rastsiya xwe yî ku em afirandine derkevin. Me bi Kemal Pîran kelehên zilmê rûxandin ku digot ‘Em parêzvanên jiyana azad in û bi qasî di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.’ Gotin ‘mirin tê jî, bila bi xêr bê.’ Ez jî dixwazim bêjim; ji bo jiyaneke azad û yekîtiya gelen, ez ji mirinê natirsim. Ger canek min hebe bila ew jî fedayê gelê me be. Silav û hezkirin.”

‘Gel tên tecrîdkirin’

Mehmet Şîrîn Baycû ku ji 28’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye wiha got: “Ji bo hay ji hebûna xwe hebim daxilî vê çalakiyê bûm. Ev nêzîkatî jî nêzîkatiyeke cihê serbilindî û rûmetê ye. Tecrîd sûc e. Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirina gelê me û hemû gelan e. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe, ji bo aştî, demokrasî, wekhevî çêbibe ketim greva birçîbûnê. Çimkî tecrîda li Îmraliyê rê li ber evana digire.”

‘Divê gelê me dev ji bêdengiyê berde’

Baycû destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe dê dev ji çalakiya xwe bernede û wiha got: “Bi vê tecrîdê re hemû gelên aştîxwaz, demokrasîxwaz tên tecrîdkirin. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, eniya demokrasiyê ava bikin û li dijî vê derkevin. Berî bi pir bi derengî bikeve divê em xwedî li mirovahiyê û pêşeroja xwe derkevin. Em xwedî li rastiya xwe derkevin. Divê êdî gelê me dev ji vê bêdengiyê berde û kesên di vê rêyê de bedêl dane ji bîr neke. Divê di vê pêvajoya dîrokî de cih bigire. Ger em dibêjin, em berdewamiya kesên gotin ‘bi qasî em di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’, nexwe divê em wekî wan tev bigerin û di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin. Ji bo gelê me, nifşên nû bi awayekî azad bijîn, ez amade me ku di vê rêyê de canê xwe bidim. Divê herkes bi taybetî jî kurd têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bilind bike. Silav û hezkirin.”

Îşkenceya li çalakvanên girtî

Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Guleş, ji Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê nameyek şand. Guleş, der barê girtiyên di greva birçîbûnê de jî wiha got: “Xwê, şekir û lîmonê nadin hevalên me yên di greva birçîbûnê de. Rojê tenê 100-150 xiram şekir û lîmonek an jî du lîmonan didin wan. Bi tu awayî xwê nadin wan. Ji bo daxwazname hatin nivîsandin lê belê hîn bersiv nehatiye dayîn. Hem 3 hevalên me yên koma ewil ku di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, hem jî 3 hevalên me yên koma duyem ku di 5’ê çileyê de dest pê kirin nayên kontrolkirin. Tenê rojê carekê li tansiyon û kîloyên wan tê nihêrîn. Bijîşk pir guh nadin wan. Heta niha hema bêje her hevalek me herî kêm 10 kîlo zeîf bûne.” STENBOL / XARPÊT